‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’ 2021-11-09 11:03:27   ÊLIH - Nûrûllah Mehmetoglû yê çavên wî nabînin û 4 sal in nikare biçe hevdîtina 3 xwişk û birayên xwe yên li girtîgehên cuda dimînin, wiha got: “Ez wan nabînim lê dixwazim ew werin min bibînin.”   Nûrûllah Mehmetoglû yê 42 salî ku çavên wî nabînin û li Êlihê dijî, 3 xwişk û birayên wî girtîgehên cuda dimînin. Xwişka Nûrûllah ku paşnavê xwe yê Varol weke Mehmetoglû guhert, Rûken Varol (22) li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, birayên wî Kahraman Varol (27) li Girtîgeha Tîpa H a Erzeromê û Medenî Varol (32) jî li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne.    Mehmetoglû gazin kir ku ji xeynî astengiya wî ya fîzîkî ji ber bêderfetiyan 4 sal in ne ew ne jî dê û bavê wî yên pîr nikarin biçin cem xwişk û birayên xwe.    Mehmetoglû diyar kir ku tenê dikarin her hefte bi xwişk û birayên xwe re bi telefonê biaxivin û tiştên xwişk û birayên wî têkildarî girtîgehan de ji wî re vegotine parvekirin.    DEMA XWENDEKAR BÛ HAT GIRTIN   Mehmetoglû, bi lêv kir ku xwişka wî Rûken dema di sala 2018’an de li zanîngehê xwendekar bû bi awayekî bê hiqûqî hat girtin û anî ziman ku ji roja xwişka wî hatiye girtin ve ligel girtîgeyên din zilm û zordarî lê tê kirin. Mehmetoglû, dazanîn ku hemû aktîvîteyên civakî bi hêceta pandemiyê tên xespkirin û diyar kir ku daxwaznameyên ku girtî derbarê vê mijarê de dinivîsin jî bi awayekî neyînî tên bersivandin.    BERGIRIYÊN PANDEMIYÊ NÎNIN   Mehmetoglû, bi lêv kir ku birayê wî Kahraman Varol ê li Girtîgeha Erziromê dimîne pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin gelek caran bi wan re parve dike û anî ziman ku her çiqas aktîvîteyên civakî bi hêceta pandemiyê werin astengkirin jî li vê girtîgehê derbarê pandemiyê de tu bergirî nayên girtin. Mehmetoglû, da zanîn ku pirsgirekek din ku birayê wî ew pê re rûbirû dimînin jî bihayê kantînê yên zêde ne û wiha got: “Li vir jî zexteke zêde heye. Tenê ne li ser wî li ser hemû hevalên wî ew zext heye. Ji me re got ku zexta gardiyanan û rêveberiya girtîgehê tu caran ranewestiyaye û her tim bi ser qawişan de digirin. Mafê wan ê axaftina bi telefonê yê hefteyê carekê kirine du hefte carek. Bêyî hêcetekê nîşan bidin wisa kirin.”    JI JIYANA BIRAYÊ XWE BI FIKAR E   Mehmetoglû, diyar kir ku hînbûne ku birayê wî yê din Medenî Varol jî hefteya borî ji qawişa ku girtiyên siyasî lê dihatin ragirtin, birine qawişa ku girtiyên edlî lê dimînin. Mehmetoglû, bi lêv kir ku hêj bi birayê xwe re neketine têkiliyê û ji jiyana wî bifikar in û anî ziman ku li vê girtîgehê jî binpêkirinên mafan zêde ne û her roja ku diçe zêdetir dibin.   ‘BILA ÊDÎ EV ZILM BI DAWÎ BIBE’   Mehmetoglû, dazanîn ku ji bo nikarin biçin cem xwişk û birayên xwe, ji bo sewqî Êlihê werin kirin serlêdan kiribûn lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwaznameyên ku xwişk û birayên min dan rêveberiya girtîgehê paşve dane wan. Dê û bavê min pir dixwazin wan bibînin. Di heman demê de xwişk û birayên min jî dixwazin wan bibînin. Lê ev daxwaza me nayê qebûlkirin. Her cara ku digerin dibêjin ‘em dixwazin te bibînin’. Ez wan nikarim bibînim lê dixwazim ew min bibînim. Bila ev zilma tê kirin êdî bi dawî bibe, bes e.”