Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê 2021-11-09 09:17:46 OSMANIYE - 19 HDP'iyên ku giliyê Notera 4'an a Osmaniyeyê kiribûn, dozgeriyê derbarê giliya wan de biryara neşopandinê da. HDP'iyan bi hinceta ku noterê agahiyên wan ên şexsî dane polîsan, giliyê wê kirine.    19 endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyeyê, di 11'ê Kanûna par de diçin Notera 4'an a Osmaniyeyê. Noter jî agahiyên wan ên şexsî dide polîsan. Polîs jî bi hinceta pandemiyê, li gor van agahiyên ku ji noterê wergirtine, 59 hezar û 850 TL ceza li 19 kesan û bi giştî li 94 kesan hî bi hunceta mesafe binpê kirine 296 hezar û 100 TL ceza dibirin.    Parêzera her 19 kesan Mehtap Sert, giliyê Noter Alî Doganê ku agahiyên 19 kiesan dane polîsan, Waliyê Osmaniyeyê, Midûriyeta Polîsan a Osmaniyeyê û polîsên ku girteka ceza amade kirine de bi sûcê "bi awayekî xirab bi kar anîna peywirê", "binpêkirina jiyana taybet," "xirabkirina aramî û sukûneta gel" û "astengkirina xebatên partiya siyasî" li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê gilî kir.    Dozgeriyê derbarê bûyerê de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê di biryara xwe ya neşopandinê de derpêş kir ku piştî lêkolînên hatine kirin tu sûc an jî insûreke sûcî nehatiye tespîtkirin.    'NE HIQÛQÎ YE'   Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku dê serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê bidin. Sert, diyar kir ku qeydên îxbarê yên 155'ê hene û li gor van agahiyên şexsî cezayê mesafeya fîzîkî li muwekîlên wê hatine birînhatiye birîn û got: "Delîlên heyî yek jê jî ne razber in. Partiyên siyasî bê destûr jî dikarin daxuyaniyê bidin. Lê piştî her xebateke partiyê ceza li muwekîlên me hatine birîn. Di dosyeyê de ev qas delîlên teknîk hene. Lewma biryara hatiye girtin ne hiqûqî ye."    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen