ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-09 09:00:26 * Tirkiye di operasyonên li Metîna, Avaşîn û Zapê de çekên kîmyewî yên wekî sûcê şer tên hesibandin bi kar tîne. Dane û belgeyên ji cenazeyên HPG'iyan û cihên bûyerê hatin bidestxistin, ji rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, DYA û welatên endamên YE'yê re hatin şandin. * Dayikên Aştiyê anîn ziman ku çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê rû didin tecrîda li Îmraliyê ye û bang kirin: "Kurd, divê bibin yek li hemberî bêdengiya hêzên navdewletî."    * Cotkarên ku di meha Adarê de firingî çandin, ji ber ku piştî çandiniyê lêçûn zêde bûn û li ser hev di fuyet biha bûn, ji bêgavî firingiyên xwe di nav erd de hiştin.    * Hat diyarkirin ku Haydar Alî Ak ê ku bi îşkence û tahdeya xwe ya li girtîgehên Tekirdag û Edîrneyê tê naskirin, piştî wekî midûr tayinî Girtîgeha Kiriklarê hatiye kirin, çewisandinên li girtîgehê zêde bûne.    * Encama DNA'ya ji bo cenazeyê Seyîthan Acay 8 meh berê diyar bûye, lê 467 roj in bi îdiaya "rapor derneketiye" cenazeyê wî radestî malbatê nayê kirin. Dayik Rûkiye Acay, got: "Tiliyek wî jî mabe, ez ê rahêlim cenazeyê wî."    * Cizîrîyan destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên hikûmetê ne û ji ber krîzê nikarin debara xwe bikin.   * 19 HDP'iyên ku giliyê Notera 4'an a Osmaniyeyê kiribûn, dozgeriyê derbarê giliya wan de biryara neşopandinê da. HDP'iyan bi hinceta ku noterê agahiyên wan ên şexsî dane polîsan, giliyê wê kirine.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 246'an de didome.    * Rûniştina duyemîn a 6'emîn danişîna Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Danişîna Doza Rojnameger Ayşe Kara ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Danişîna polisê ku di sala 2013'an li Amedê bi maşîneya zirxî bû sedema mirina zarok Şahîn Oner wê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Danişîna polis Kazim B. ku Recep Hantaş kuştibû wê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * HDP komcivîna xwe li dar bixe. (12.45)   * Danişîna doza ku edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihana wê Pinar Gayîp di nav de derbarê 4 kesan de hatiye vekirin dê li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.45)    * Doza danişîna rojnameger Sadiye Eser jî di nav de ku derbarê 34 kesan de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk bê. (11.00)    * Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê rapora xwe ya ku derbarê girtîgehan de amadekiriye dê aşkera bike. (12.30)   * SES, rapora xwe ya têkildarî bûtçeya sala 2022’yan a Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê, amade kiriye dê li navenda xwe ya giştî bi civîneke çapemeniyê ragihîne. (12.30)   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBP’ê keskîn Bayindir wê beşdarî civîna gel a li navçeya Depa Xarpêtê bibin. (13.00)    * Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî operasyonên siyasî û êrîşa molotofan a li dijî avahiya navçeya wê ya Peyasê, dê li avahiya navçeyê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (13.00)