Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin 2021-11-08 15:46:10   AMED - Li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeya Peyasê duh bi şev bi molotofan êriş pêk hat.    Li taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê, li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeya Peyasê bi molotofan êriş pêk hat. Kes ango kesên nasnameya wan ne diyar bi çar molotofan êrişî avahiyê kirin. Molotofên hatin avêtin li avahiyê neketin û li hewşa wê ketin. Hat dîtin ku fitîlên 2 molotofan neşewitîne. Êrişkaran, agir berî têlên hewşa avahiyê dane û hewl dane ku avahiyê bişewitînin. Agir bi beşeke têlan ketiye û bixwe vemiriye.    AVAHÎ BI QASÎ 150 METREYAN DÛRÎ QEREQOLÊ YE   Avahiya HDP'ê bi qasî 150 metreyan dûrî Qereqola Polisan a Hûzûrevleriyê ye û bi qasî 400 metreyan jî dûrî Miduriyeta Polisan a Navçeyê ye. Rexmî vê jî êrişkar nehatine ferqkirin.    HDP'î dema ku serê sibehê hatin avahiyê ferq kirin ku êriş pêk hatiye û agahî dan polisan. Polisên ku hatin avahiyê, agahî girtin û cihê bûyerê lêkolîn kirin.    QAMERAYA DIBISTANÊ XERABE YE   Hat diyarkirin ku qamereya Dibistana Seretayî ya Hûzûrevlerî ya avahiya HDP'ê dibîne jî xerabe ye.