Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin 2021-11-08 15:35:07 ENQERE - Parêzerên dan zanîn ku hewl tê dayîn ku doz bilez were bidawîkirin û diyar kirin ku vedorên danişînê li dijî darizandina adil e. Parêzeran, bi lêv kirin ku beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe, wê tevlî danişînan nebin. Danişîna 6’emîn a ewil a Doza Kobanê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê tê lidarxistin. Hevserokên giştî yên HDP'ê yê berê, endamên Desteya Navendî ya HDP'ê û rêvebirên HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî 108 kes di çarçoveya vê dozê de tên darizandin. Parlementerên HDP’ê, endam û rêveberên partiyê yên navend û navçeyan, ji Almanya, Amerîka, Îtalya, Îsveç û Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) nûner beşdarî danişînê bûn.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel, endamên MYK’ê yên HDP’ê yên berê Sîbel Akdenîz û Dîlek Yagli, siyasetmedar Ayla Akat Ata, hêcet nîşandan û beşdarî danişînê nebûn. Aktîvîsta jin Aynûr Aşan ku bi daxwaza wê ji Girtîgeha Antalya anîn Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 3’yan a Sîncanê jî hêcet nişanda û beşdarî danişînê nebû.    Ji xeynî kesên hêcet nîşandan, kesên ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin li eywana danişînê amade bûn. Siyasetmedarên ku girtîgehên cuda dimînin jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir û serokê dadgehê evraqên ku  li dosyayê zêdekirin xwendin.    DOZ LI DIJÎ MAKE QANÛNÊ YE    Parêzer Erdogan ku ewilî axivî, destnîşan kir ku ji destpêka dozê û vir ve şandeyeke li dijî hukmên makeqanûnê hatiye peywîrdarkirin heye û wiha got: “Şande ji bo ku tenê li dozekê binêre hatiye peywîrdarkirin. Ji ber wê yekê hûn ji vedorên darizandinê yên asayî wêdetir ji bo vedoreke darizandinê ya cuda hatine darizandin. Girêdayî vê tenê pîvana destûra bingehîn a rêgeza dadgeriyê nehat binpêkirin, mafên bingehîn ên têkildarî rojên danişînê jî hatin binpêkirin. Di pêkanînê de bi peywîrdarkirina dozger û dadgeran kes nikare dadgeheke wisa ava bike. Ev li dijî serxwebûna darazê û hiqûqê ye.” Erdogan, xwest ku dîrokên danişînan di vedorên guncav de werin diyarkirin.    ‘BILA DARIZANDIN NE VEGERE ÎŞKENCEYÊ’   Parêzer Rûken Gulagaci jî derbarê muwekîlên xwe de wiha got: “Ji ber bûyerên di girtîgehê de qewimîn 2 dozên cuda ser muwekîlên min hatin vekirin û mecbûr in beşdarî her du danişînan jî bibin. Heta ku evraqên dadgehê bigihin destê wan jî hefteyek du hefte derbas dibin. Ji ber wê yekê binpêkirina mafê parastinê ji destpêkê û vir ve heye.” Gulagaci, bi lêv kir ku di nava vedorên danişînê de hefteyek heye ev jî têra nake û wiha axivî: “Muwekîlên min ne mecbûr in 24 saetan bi dosyayê ve mijûl bin. Jiyaneke wan heye, pirtûk dixwînin, xwarin dixwin, derdikevin hevdîtinê. Dosyaya ku em li dinêrin jî ne tenê eve. Di navbera we û me de pirsgirêka hevsengiyê heye. Em vedorên danişînê qebûl nakin. Berdewamkirina bi vî awayî em rast nabînin. Em dixwazin ku êdî darizandin ne vegere îşkenceyekê.”   MUDAXILEYA QADA JIYANÊ YE   Parêzer Çîgdem Kozan jî wiha got: “Dadgeha we ku bi vî awayî vedorên danişînê qebûl bike dê were wateya îşkenceya li muwekîlan were kirin û astengkirina darizandina adil. Di çarçoveya van vedorên darizandinê de nikarin ji mafên xwe yên herî bingehîn jî sûdê bigirin. Hatine asta ku nikarin biçin nexweşxaneyê. Ew der qada jiyanê ya muwekîlên me ne. Muwekîlên me mecbûr in ku pêdiviyên xwe yên herî bingehîn pêk bînin. Hûn li vê derê mudaxileyî qada jiyana kesan dikin.” Kozan, dazanîn ku bi guhertina serokê dadgehê vedorên danişînan jÎ hatin guhertin û wiha berdewam kir: “Me heta niha darizandineke bi vî rengî nedîtibû. Heta ev şêweyê darazê, bêhiqûqiyê pir zelal dike. Em dixwazin ku hûn bi diyarkirina serdema rast darizandinê bidomînin. Em dixwazin diyar bikin ku eger ev daxwaz bê bersiv bimîne em ê giliyê HSK’ê  bikin û heta gilîya me bi encam nebe em ê tevlî van danişînan nebin.”   ‘TALÎMATA KÊ YE?’   Parêzer Cahît Kirkazak jî diyar kir ku dadgeh hewl dide ku dozê bilez bi dawî bike û wiha got: “Hûn çima dixwazin vê darizandinê bilez bi dawî bikin? Hûn fermana Bahçelî an ya Erdogan an jî ya Soylû pêk tînin? Heke biryara we hebe ji niha de aşkera bikin lê me tevlî vê lîstikê nekin. Em destûr nadin ku mafên me yên bingehîn werin binpêkirin.” Nûray Ozdogan jî wiha axivî: “Hûn bi vedorên danişînan usulê binpê dikin. We kîjan dîrok berçav girtin ku we ji bo danişînê dîrokeke danişînê ya kurt da. Hûn niha mafên wergirtina hiqûqî ya muwekîlên me mafê me yê parêzeriyê binpê dikin. Hûn mecbûr in dem bidin.”   Piştre parêzerên axivîn diyar kirin ku divê demek maqûl bê dayîn û dan zanîn ku ew ê nekarin bi awayekî din darizandinê bidomînin. Parêzeran destnîşan kir ku ji ber gefa li ser azadiyê ew ê giliyê dadgehê bikin.    Şandeya dadgehê saet û nîvan navber da danişînê.