Bi ‘tîmên taybet’ bi ser qawişan de girtin 2021-11-01 14:27:42   EDENE - Rojnamevan Îbrahîm Karakaş, diyar kir ku bi “tîmeke taybet” bi ser qawişên wan de girtine, dest danîne ser tiştên wan û bi lêv kir ku di encama ketinê de birîndar bûye û ji ber lêgerîna dev qebûl nekiriye nebirine nexweşxaneyê.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin bi rêya malbata xwe parve kir. Karakaş, diyar kir ku bi serdegirtina qawişên wan hewl hatiye dayîn provokasyon were kirin û dema paqijiyê kiriye ji pêlekanan ketiye û birîndar bûye.    ‘TÎMEKE TAYBET ANÎN’   Karakaş, binpêkirinên mafan ên li girtîgeha wan diqewimin wiha vegotin: “Roja Çarşemê (27’ê Cotmehê) bi tîmeke taybet anîn û li qawişan lêgerîn kirin. Di lêgerînan de bi awayekî keyfî dest danîn ser gelek pirtûk, kovar, weşan û lênûskên ku girtiyan nivînsandibûn. Me derbarê van de gilî kir. Lê pişt re derbarê hemû girtiyên ku gilî kirin de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.”   FERZKIRINA LÊGERÎNA DEV   Karakaş, da zanîn ku ji ber dema paqijiyê de ketiye xwarê laşê wî şîn bûye û wiha got: “Ewilî ez birim revîrê, pişt re ez sewqî nexweşxaneyê kirim. Dema ku ez şil bûm û sewqî nexweşxaneyê hatim kirin, cendermeyan kelemçe û legerîna dev ferzkirin. Ji ber min ev yek qebûl nekir ez nebirim nexweşxaneyê. Ez diêşim, laşê min şîn bûye. Ligel vê yekê ez nebirim nexweşxaneyê.”