Ferît Şenyaşar: Em ê di 12'ê mijdarê de dersa hiqûqê bidin dozger û dadgeran 2021-11-01 14:06:25   RIHA - Ferît Şenyaşar, diyar kir ku derbarê dayika wî Emîne Şenyaşar de bi hinceta ku "heqaret" li Yildiz ê AKP'î kiriye doz hatiye vekirin û ev tişt got: "Di 12'ê mijdarê de tev bi hev re em ê dersa hiqûqê bidin dozger û dadgeran."   Emîne Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî rizgar bû, Nobeta Edaletê ya di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 238'emîn de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, hatin "Goşeya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar" tê binavkirin û bi pankarta xwe ya nû dest bi çalakiyê kirin.    'FAIL LI DERVE DIGERIN'   Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re Nobeda Edaletê didomîne, lêgerîna wa a "edaletê" nirxand û diyar kir ku Nobeda Edaletê di bin "zilmê" de bênavber dewam dike û wiha got, "Li nexweşxaneya dewletê komkujî hat kirin. Faîl diyar in, lê li derve ne. Dayika min a li edaletê digere, nêzî 8 meh in li ser peyarêyê rûniştiye. Dayika min tenê edaletê dixwaze. Çima dozger vê daxwazê piştguh dikin?"    'TENÊ JI BER KU EDALETÊ DIXWAZE...'   Şenyaşar, bi bîr xist ku bi hinceta dayika wî "heqaret" li parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye wê di 12 'ê mijdarê de dayika wî derkeve pêşberî dadgehê û ev tişt anîn ziman: "Ji bo berpirsyarên komkujiyê darizandin nîne, lê dayika min wê derkeve pêşberî dadgeriyê. Hiqûq û edaleteke çawa ye? Tenê ji ber ku edaletê dixwaze dê bê darizandin. Rewşeke wiha nabe. Di 12'ê mijdarê de em ê bi parêzerên xwe û yên daxwaza edaletê dikin re li dadgehê bin. Di 12 'ê mijdarê de em ê qanûnan hînî dozger û dadgeran bikin."   'EV DOZ DOZA HER KESÎ YE'   Di berdewamê de Şenyaşar, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika wî roj bi roj zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wezîrê Edaletê bajar bajar digere û li ser 'edaletê' daxuyaniyan dide. Bila were li ber edliyeyê jî qala edaletê bike. Dema ku hat, wê bibîne bê dozger çawa biryarê li ser talîmatan didin. Ez bang li hemû mirovên xwedî wijdan dikim. Daxwazên me zelal in, divê birayê min (Fadil Şenyaşar) bê berdan û kesên destê wan di komkujiyê de hene bên cezakirin. Heta ku ev her du daxwaz pêk neyên em ê ji vir neçin. Ev doz doza herkesî ye, em ji her kesî piştgiriyê hêvî dikin."     PEYAMA MEDYAYA SANAL   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev parvekirin kir: "Îro 1'ê mijdarê ye, li ber edliyeyê zilmê 8 mehên xwe qedand. Failên komkujiya nexweşxaneyê tên parastin. Di 12'ê mijdarê da rûniştinek heye. Dozgeran darizandina dayika ku li ber çavên wê hevjîn û zarokên wê hatin qetilkirin, rewa dît. Yên ku şerm nakin li ser ekranê behsa edaletê dikin."