HPG: Em dikarin alikariyê bidin lêkolînkirina kîmyasalê 2021-11-01 12:27:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji fermandarên HPG'ê Doktor Bager Baran, diyar kir ku Tirkiye varyantên cuda yên çekên kîmyewî li dijî hêzên wan bi kar tîne û got ku ew dikarin alîkariya heyetên ku ji bo lêkolînkirinê bên herêmê bikin.     Demeke tê angaştkirin ku Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî HPG'îyan ên li herêmên Zap, Avaşî û Metîna yên Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Vê derbarê de daneyên şênber ên micid hene. Li herêmê 548 kesan bi hinceta ku di laşê wan de nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyewî hene serî li nexweşxaneyan dane. Tê gotin ku di 6 mehan de Tirkiye bi çekên kîmyewî êrişan dike û heta niha 323 êrişên bi vî rengî pêk aniye. Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de bang li saziyên navneteweyî yên lêkolînên çekên kîmyewî dikin tên kirin. Ji fermandarên Hêzên Parastina Gel (HPG) Doktor Bager Baran ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, diyar kir ku ew dikarin alîkariya heyetên ku ji bo lêkolînkirinê bên herêmê bikin.    'SÛCÊN ŞER VEDIŞÊRIN'   Doktor Bager Baran, destnîşan kir ku di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî wan de çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn û rexmî vê jî hin dewlet piştgiriya Tirkiyeyê dikin û  wiha got: "Hin dîmenên ku hevrêyên me bi belgeyan eşkere kirine hene. Mînak hinek çekên ku artêşa tirk bi kar tîne li febrîqeyan bi teknîkên cuda dikarin bên amadekirin. Hinek kîmyasal jî hene, rakirin û bikaranîna wan zehmet e. Ango ji bo bikaranîna wan divê mirov rîsk bigire. Dema ku dijmin wan li ser gerîlayan bi kar tîne, çekên xwe piranî caran li ser tunelên şer an jî li nêzî van deveran amade dike. Di vir de mirov vê yekê dibîne ku artêşa tirk bi wan kiryarên xwe hewl dide sûcên xwe ji raya giştî re veşerê."   'ME BI ÇAVÊN XWE DÎTIN'   Di berdewamê de Baran çavderiya xwe ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de bi van gotinan anîn ziman: "Ew kîmyasal ne tenê ji bo gerîla, ji bo hemû zindiyan xwedî rîskeke mezin e. Gazên ku tên bi kar anîn rê li ber vedike ku neveng bê oksîjen bimîne û hemû zindiyên derdor bê hênase bimînin, bifetisin. Ya din jî tespîtkirina hûrguliyên taybetmendiyên wan gazan zehmet e. Mînak hinek gazên ji bo bandorkirina sînîran hene. Ji bo tespîtkirina wan hin amûrên pêwîst û labûartûar divê hebin. Ji lewra dema ku dewleta tirk wan çekan bi kar tîne zane ku tespîtkirina bûyerê gelek zehmet e.  Eger ku hinek amûr û labûartûar hebûna, wê taybetmendiyên kîmyasala heyî bihatana tespît kirin. Çek û amûrên ku berê li hemberî gerîla dihatin bi kar anîn bandoriyên cuda dikirin. Em vê yekê li ser cenazeyên şehîdan jî tespît dikin. Rast e, berê jî çekên kîmyewî li ser gerîla hatin bikaranîn lê bi vî rengî li pey hev bi dozajekê ewqasî zêde nebû. Bandora kîmyasalê li ser çerm û hênaseyên zindiyan gelek diyar e. Di vir de jî diyar dibe ku dewleta tirk di carekê de dixwaze bigihîje encamekê û têkçuyîna xwe veşêre. Em di cenazeyên hevalên xwe yên şehîd de bandoriyên cuda jî dibînin. Mînak çermê tu zindiyekê di du rojan de jê nabe. Ji xwe ew di rojekê an jî du rojan de çê nabe. Lê belê çekên kîmyewî ne tenê şertên hilmstandinê qut dike û rewşa jehrîbuyînê pêş dixîne, di heman demê de çerm jî dişewitîne. Me ev yekê bi çavên xwe dîtin."   'PÊDIVÎ BI LÊKOLÎNAN HEYE'   Baran axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Amûr di destên me de nînin ku bikaribin lêkolînan di derbarê cûreyên kîmyasalan pêş bixînin. Lê belê hin şande dikarin werin û lêkolînan bikin. Em dikarin ji saziyên ku li ser venêrana çekên qedexekirî û çekên kîmyasalê disekinin re di lêkolînan de bibin alîkar. Tiştên ku em dixwazin diyar bikin bi hin gotinan ve nayên pênasekirin, divê mirov bi çavên xwe bibîne û tespîtên rast bike. Ji ber ku ew ne carekê ye, bi dehan carane li hemberî tunelên şer gazê bi kar tînin."