‘Divê cîhan nîşan bide ku li cem Kobanê ye’ 2021-11-01 11:08:49   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û ji bo Kobanê ya dîsa bû armanca êrişan, banga piştevaniyê li hemû cîhanê kir.    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê her kesên ked dan ku 1’ê Mijdarê bibe Roja Kobanê ya Cîhanê û piştgiriya berxwedana Kobanê kirine silav kir.   Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:    “Destpêkê em her kesên ku ked dan da ku 1`ê Mijdarê bibe Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê û kesên ku piştgirî dane bajarê berxwedanê, bajarê şoreşa rêveberiya demokratîk silav dikin. Kobanê bajarê lehengên YPJ-YPG'ê ne ku  efsaneyên lehengane di dîrokê de nivisandine. Lehengên YPJ- YPG'ê bi berxwedan û fedekariyên xwe wateyên nirxên şoreşgerî û şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jin û ciwanan a ku xwe dispêre rêgezên exlaqê şoreşgerî bi cîhanê dan naskirin.   ROJA PIŞTGIRÎ Û HEVGIRTINÊ   Ragihandina 1’ê Mijdarê, tê wateya roja piştgirî û hevgirtina tevahiya hêzên demokratîk, sazî, rêxistinên civaka sivîl û tevahiya azadîxwazên li cîhanê bi berxwedana Kobanê re. Berxwedana Kobanê temsîla vîna gelê demokratîxwaz dike, yê ku hêvî û xeyalên dewleta 'Xîlafetê' têk bir ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wê dikir. Bi rizgarkirina bajarê Kobanê re, êdî ew berxwedan bû destpêka hilweşandina teror û dewleta xîlafetê, di heman demê de destpêka avakirina baweriya di navbera civak û pêkhateyan de da tev li berxwedanê bibin. Li ser vê yekê gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de Reqayê ku paytexta DAIŞ`ê bû hatin rizgarkirin û sînor ji terora wan û zilma wê hate danîn.   Berxwedana Kobanê ji bo tevahî gelên azadîxwaz, tevahî mirovahiyê û gelê kurd sembola vejîn û serkeftinên watedar e, her wiha bû rihê rêgezên bingehîn ê jiyana hevbeş û biratiya gelan.   BANG   Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) vê roja cîhanî ya gewre bi bîr tînin û bang li hemû hêzên demokratîk, saziyên civaka sivîl û rêxistinên hiquqnas, di nav de yên kurdistanî dikin ku sekneke cîhanî nîşanî Roja Kobanê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hîn jî gefên tolhildana binketina çete û terora xwe ya li bajarê Kobanê yê berxwedêr dixwe, nîşaneya vê yekê gef, sûcên roje û êrişên bi balafirên bêmirov in.”