Li Cizîrê polisan 3 kes binçav kirin 2021-10-31 21:37:46   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polisan di serdegirtina malna de 3 kes binçav kirin.      Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di saetên serê sibehê de polisan li taxa Yukari Çeşmeyê bi ser malan de girt û 3 kes binçav kirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin bira ne û navê wan wiha ne; Faîk, Refîk û Mehmet Tuncay. Polisan di serdegirtinê de derî û paceyên wan şikandine û amûrên li malê ji hev belav kirine.    Polisan her sê kesan jî birine Miduriyeta Polisan a Cizîrê.