Platforma Jinan a Enqerê: Em li dijî cezayên nehiqûqî bêdeng nabin 2021-10-31 17:43:06   ENQERE - Platforma Jinê ya Enqereyê, derbarê 30 sal cezayê girtîgehê ku li Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hatibû birîn de daxuyaniyek da û got ku ew biryara dixwaze têkoşîna jina kurd têk bibe nas nakin.     Platforma Jinan a Enqereyê, derbarê 30 sal cezayê girtîgehê ku li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû birîn de li Yekîtiya Milkiyeyan civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku gelek jin tevlî bûn de pankarta “Têkoşîna me ya jinan nikare bê darizandin" hat vekirin. Endama Platformê Deniz Akbiyik, di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî cezaye ku li Gokkan hatiye birîn da.   AYŞE GOKKAN   Denîz Akbiyik, diyar kir ku dewleta nêr ku jinan ji xwe re kiriye armanc êriş dibe ser destkeftî û piştevaniya jinan û wiha got: "Di 20'ê cotmehê de li danişîna wê Amedê ji ber polîtîka kiriye û dev ji têkoşîna kurdan û nasnameya jinê neqeriyaye 30 sal ceza daye hevala me ya têkoşînê û berdevka TJA'yê Ayşe Gokan. Em baş dizanin ku wê kesên ev biryar dane wê biçin, Ayşe Gokan û hemû hevalên me wê werin berdan! Em vê biryara li dijî jina kurd ku armac dike me hemûyan çavtirsandî bike, nas nakin. Em biryara dixwaze têkoşîna jina kurd têk bibe nas nakin. Em bi hev re li dijî zext, girtin, îşkenceya sîstematîk a dewletê, êrîşên zayendî, polîtîkayên şer, cezayên nehiqûqî bêdeng namînin, natirsin û serê xwe natewînin."   GARIZ GEZER    Akbiyik, bal kişand ser rewşa Gariz Gezer jî û têkildarî mijarê ev tişt got: "Heta gerdiyanên tecawizkar, îşkencekar ên xizmeta tendirustiyê nadin hesab nedin em ê şopdarê meseleyê bin. Garîbe Gezer ne bi tenê ye. Ew ê bi tundiyê serî bi me nedin tewandin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi çepikan bi dawî bû.