Malbata Şenyaşar: Heqîqet nayên jibîrkirin 2021-10-31 12:57:06   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe didomîne, ev peyam parve kir: "Heqîqet nayên jibîrkirin û windakirin. Wê rojek teqez derkevin holê."   Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9'ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê digirin, di roja 237'an de didome. Ji ber ku îro betlaneya fermî ye Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dikin. Malbatê li ser hesabê xwe ye medya sanal ev parvekirin kir: "Ji bo ku hûn bikevin çavê hin kesan we malbeteke di halê xwe de tune kir. Vê rastiyê herkes dizane. Heqîqet nayên jibîrkirin û windakirin. Wê rojek teqez derkevin holê."