31 salan di girtîgehê de ma: Pêlêkirina axê bo min xerîb tê 2021-10-31 10:58:50   ŞIRNEX - Fahrettîn Şahîn di 24 saliya xwe de kete girtîgehê û 55 saliyê de derket. Şahîn wiha qala derketina xwe ya derve dike: “Nizanim bê ka jiyana derve kengî li min asayî bibe. Bêhna darekî, gulekî yan jî temaşekirina asîman ji min re gelek xerîb tê. Pêlêkirina axê ji bo min gelek xerîb tê.”      Dewleta Tirk bi salane hewl dide bi girtina Kurdan re têkoşîna wan biçewisîne. Yek ji polîtîkayên bingehîn jî ev e. Lê bi pêşxistina berxwedana li zindanan re ev polîtîka vala hat derxistin. Berxwedana li girtîgehan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurtir kir û ji hêviyên wan re bû çavkaniyeke xurt. Her sal bi dehan Kurd bi hincetên belasebep tên binçavkirin, girtin û cezayên giran lê tên birîn. Yek ji wan jî Fahrettîn Şahîn e (55).  Şahîn di 1991'an di 24 saliya xwe de li Mîdyat a Mêrdînê bi birîndarî tê girtin. Bi rojan tê îşkencekirin û herî dawî bi îdiaya “endamê rêxistinê ye" 31 sal ceza lê tê birîn. Ji Amedê heta Dîlok, Aydin, Nazîlî û Îzmîrê li gelek girtîgehan dimîne. Herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Boluyê dimîne. Di 16'ê Nîsanê de cezayê Şahîn diqede lê nayê berdan û 6 meh piştre di 14'ê cotmehê de tê berdan. Fahrettîn Şahîn serpêhatiya xwe ji ajansa re me vegot.    DI 6 GIRTÎGEHAN DE MA   Fahrettîn Şahîn diyar kir ku di gelek girtîgehan de ma ye û wiha got: “Di sersibehê saet di 4:00'an de bi birîndarî hatim girtin. Ji wir derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê kirin. Lê nedihatim dermankirin. Deh rojên destpêkê rastî îşkenceyekî giran hatim. Nêzî mehekî binçavkirî mam. Rewşa wê demê cuda bû û îşkence, zext û gefên mezin li ser girtiyan hebûn. Lingê min bi birîn bû lê dîsa jî îşkence li min dikirin. Mehek piştre derbasî girtîgeha Mêrdînê kirin lê di 90'an de li wir qawîşa siyasiyan nebû. Li wir hefteyekî mam û piştre jî veguhezandin Amedê. Girtîgeha Amedê bandorekî mezin li min kir. Bo Kurdan ew der xwedî wateyeke cuda ye. Heta sala 93'yan li wir mam.”   GIRTÎGEH BI GIRTÎGEH TÊ SIRGÛNKIRIN   Bi berdewamî jî Şahîn got ku bi hatina hikûmeta Çîler re teroreke mezin li ser girtîgehan hat meşandin û wiha domand: “Geşedanên derve bandoreke zêde li girtîgehan dike. Li dijî girtîgehan êrişeke mezin hebû. Di êrişan de 13 hevalên me şehîd bûn. Me dest bi greva birçîbûnê kir û hêj çalakî xelas nebûbû ku em sirgûnî Dîlokê kirin. Heta 94'an li Dîlokê mam. Piştre girtîgeha Dîlokê valakirin. Me sedema vê fêm nedikir. Em piştre serwext bûn ku ji Amedê ber bi Dîlokê ve koçberiyeke mezin çêbûye. Vêcarê jî şandin Aydinê. Heta 1999'an li Aydinê mam. Piştre derbasî Naziliyê kirin. Li wir jî 4 salan mam. Piştre girtîgehên tîpa F vekirin. Ji Aydinê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê kirin. Ji wir jî sirgûnî Boluyê hatim kirin. Ez 16 salan li Boluyê mam. Cezayê min di 16'ê Nîsana 2021'an de bi dawî bû. Lê nehatim berdan. 6 meh piştre di 14'ê Cotmehê de hatim berdan.”     'RÊVEBERIYÊN GIRTÎGEHÊ LI GORÎ PÊVAJOYAN DIGUHERE'   Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de behsa awayê rêvebirina girtîgehan kir û ev tişt anî ziman: “Geşedanên li siyaseta derve, raste rast bandorê li girtîgehan dikin. Ger pêvajoyeke aştiyê hebe, nêzikatiya li hundir jî bi aştiyane dibe. Dema şer hebe jî, li hundir zext û êriş hene. Bi hovane ser qawîşên me de girtin û 13 hevalên me li korîdorê şehîd kirin. Wan salan polîtîkayeke taybet hebû. Di 2014’an de bi pêvajoya çareseriyê re hinek baştir nêz bûn. Kadroyên girtîgehê bi temamî hatin guhertin. Kesên nû dihatin û nêzikatiya wan baş bû. Heta ku Kovara Serxwebûnê jî ji me re dianîn. Lê bi destpêkirina şer re karmend dîsa guherîn û nêzikatî tund bû. Êdî dev ji Kovara Serxwebûnê berde, nedihiştin Evrensel jî bikeve girtîgehê. Hêzeke provakatîf, êrişkar, çêrker û dijminane nêz dibe anîbûn. Bi şerê li Garê re bêhtir êrişkar bûn. Dema li derve têk diçûn, êrişên wan ên li hundir zêdetir dibûn.”   'TENÊ DAYIK BÛN DENGÊ ME'    Şahîn dibêje ku yên derve bi qasî tê xwestin alîkariyê nadin girtiyan û wiha pê de çû: “Girtiyan tu carî serê xwe netewand. Çi ketibe ser milê wan, pêk anîn. Tevî şert û mercên giran ên girtîgehan jî çalakiyên mezin kirin. Bi taybet jî ji 2000'an ve girtîgeh veguheriye cihekî cuda. Em deyndarên gelê xwe ne û her kes hewl dide vî deynê xwe bide. Di van salên dawî de li hemberî kesên derve şikestinek heye. Di 2019'an de 200 roj di greva birçîbûnê de man. Gelek bangawazî hatin kirin lê saziyên civakî bêdeng man, çalakiyên xurt nehatin kirin. Vê jî bi xwe re acizî çêdikir. Tenê dayikan çalakî kirin. Vê jî moraleke mezin dida hevalan. Me digot hema dayik li cem me bin besî me ye. Tecrîd gelek giran bûye û divê em ji bo şikandina tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”    'JI MIN RE PÊLÊKIRINA AXÊ GELEK XERÎB TÊ'     Şahîn herî dawî jî qala derketina xwe kir û wiha derbirî: “Mirov nizane bê ka dê vê hestê çawa vebêje. 31 sal ne demekî kin e ji bo mirovekî. Her tişt bo min gelek xerîb tê. Carnan nikarim xeber bidim. Dizanim ku li derve me lê nizanim tişta ku niha hîs dikim vebêjim. Stenbol gelek qelebalix bû û vê jî ez ecêb dihiştim. Rojekî min ji kesekî li cem xwe pirsî ‘ev çi ye, çima ewqas tarî ye?’ Hînî derve nebûme. Dema li rêya rast dimeşim, weke ku di rêyeke şaş de bim hîs dikim. Pirsgirêka min a xewê jî heye ku nikarim razêm. Rojê ka nîvsaetê radizêm an na. Nizanim bê ka jiyana derve kengî li min asayî bibe. Ev jî dem dixwaze. Lê di têkiliyên mirovan de guhertinên gelek mezin hene. Ev bo min balkêş tê. Bêhna darekî, gulekî yan jî temaşekirina asîman ji min re gelek xerîb tê. Pêlêkirina axê ji bo min gelek xerîb tê.”   MA/Zeynep Dûrgût