ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-31 09:00:25   * Hevseroka OHD'a Îzmîrê Şukran Ozturk, anî ziman ku zûzûka amadekirina îdianameya derbarê Onûr Gencer de ku POyrazê qetil kir, tê wateya ku ser nixumandina kesên tiliya wan di kuştinê de heye . Ozturk bang li hiqûqnasan kir û got: "Daxlbna wan a nava dosyeyê, dê pir girîng be ji bo ku welêt di bi cinayetn kiryar nediyar neyê fetisandin."    * Sebahat Tûncel û Sîbel Akdenîz, gava ji bo amadekairina parastinê ya ji bo Doza Kobaniyê çûne cihê komputeran, bi tahdeya personelên girtîgehê re rû bi rû mabûn û derbarê Tûncel û Akdenîz de cezayê dîsîplînê hatibû birîn. Têkildarî her du cezayan lêpirsîn hat destpêkirin.    * E.C. ku Volkan Kabak bi awayekî sîstematîk dest dirêjî wê kiriye, tiştên hatine serê wê li rojnivîska xwe nibîsîne. Parêzer Ferdî Yamar, destnîşan kir ku dê di danişîna ewil de rojnivîskê wekî delîl berpêşî dadgehê bikin.    * Nûnerên partiyaên sosyalîst diyar kirin ku îqtidar ji bo li ser pêyan bimîne tezkereyan çêdike û şer dike rojev û li dijî vê bal kişandin ser têkoşîneke "yekbûyî".    * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê girtiyên ku li ber ferzkirina jimariya li ser pêyan û tekmîlê rabûne, bi erdê ve hatine kaşkirin.   * Halîl Ay ku di Girtîgeha Slîvriyeyê de ye, ragihan ku 20 girtî li ser kartonan radizên, di dema serşûştinê de ava germ tê qutkirin û xwarina tê dayîn jî cemidiye.    * Semîre Dîrekçî ku 450 rojan rûviyên wê li derve man û sal û nîvek e di karantînayê de ye û nayê berdan, careke din di rûviyên wê de kîst çêbûye. Her wiha çavekî Dîrekçiyê jî hew dibîne.    * Halîl Ay ku di Girtîgeha Slîvriyeyê de ye, ragihan ku 20 girtî li ser kartonan radizên, di dema serşûştinê de ava germ tê qutkirin û xwarina tê dayîn jî cemidiye.   * Nobeta malbata Şenyaşar di roja 236'an de didome.    * Zarok MA, wê li taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê ji bo zarokan bernameyek li dar bixe. (13.00)   * Meclisa Jinan a HDP'ê wê bi jinên KHK'î re bê hevdîtin bike. (14.00)   * HDP, wê li Denîzliyê bi gel re bê gelhev. (15.00)