Girtiyên ku gardiyanan êrişî wan kiribûn hatin sewqkirin 2021-10-30 17:24:17   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku nêzî 35 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê diman sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.      Hat hînbûn ku nêzî 35 girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê diman, di saetên serê sibê de sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Nehat zanîn ku girtî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirine.    Di 23’ê Cotmehê de ji ber girtî li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, li dijî hejmartina ser piya û pêlêkirina gardiyanan a cihê nimêjê derketibûn, rastî êrişa fizîkî ya gardiyanan hatibûn. Di encama êrişê de bi dehan girtî ji difin, dest û serê xwe birîndar bûbûn. Hat diyarkirin ku girtiyên hatine sewqkirin bêyî ku bibin nexweşxaneyê hatine sewqkirin.