Hunermendê NÇM’ê Karakaş hat berdan 2021-10-30 17:09:00   AMED - Hunermendê NÇM’ê Abdulah Karakaş ê di bin çavan de bû, hat berdan.      Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Abdulah Karakaş ê di 22’yê cotmehê de li mala xwe ya li navçeya Peyasa Amedê bi serdegirtina malê hatibû binçavkirin, hat berdan. Abdulah Karakaş ê du caran dema binçavkirina wî hat dirêjkirin piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dadgehê bi ‘qedexeya derketina derve’ Karakaş berda.