‘Berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e’ 2021-10-30 16:36:54   NAVENDA NÛÇEYAN - PYD’ê têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da û bi lêv kir ku berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e.    Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û kesên ku di azadkirina bajêr da jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî. PYD’ê di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Di Kongreya Kurdistanê de ku li Parlamentoya Ewropayê di sala 2014`an de hatibû lidarxistin, biryar hatibû dayîn ku 1’ê Mijdarê bibe roja piştgiriya cîhanî ya bi Kobanê re ku bû sembola têkoşîna li dijî terorê û tunekirina DAIŞ`ê. Ji wê dîrokê ve, karwanên azadîxwaz û demokrat li seranserê cîhanê daketin qadan û piştgiriya gelê kurd kir.”   PYD’ê diyar kir ku bi berxewdana Kobanê, berxwedana gelê kurd a destanî li hemû seranserî cîhanê belav bû û da zanîn ku berxwedan ji bo gelên bindest bû remz û mînakek. PYD’ê destnîşan kir ku Kobanê bû sembola vîna azad a gelê kurd, lewra gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêla vê serkeftinê bi hezaran ciwanên xwe feda kirin û wiha berdewam kir: “Em di vê boneyê de dibêjin serkeftina ku ciwanên Kobanê û pêkhateyan bi dest xistine, ji bo mirovahiyê serkeftin e. Em minetdarên şehîdên berxwedana Kobanê û hemû şehîdên azadiyê û birîndaran in ku destana Kobanê nivîsandin.”   PYD’ê di daxuyaniyê de bang li gel kir ku xwedî li giyana berxwedana Kobanê derkeve û tecrubeyan ji vê berxwedana dîrokî ya bêhempa bigire, ji ber ku rêya yekane ya pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û biratiya gelan e. PYD’ê di dawiya daxuyaniyê de berxwedana Kobanê ku ji bo serkeftina nirxên mirovahiyê bû sembol silav kir.