Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn 2021-10-30 16:16:26   AMED- Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 664’emîn a çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Yilmaz Gumuş pirsiyan.    Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan ji bo pirsîna aqûbeta kesên bi awayekî kiryarnediyar hatine kuştin û di bin çavan de hatine windakirin û her wiha ji bo ku kujerên wan bên aşkerakirin, di hefteya 664’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” li dar xist. Li gel Dayikên Aştiyê û Xizmên Windayan, her wiha nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn.  Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” hat daliqandin û çalakvanan wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram hat pirsîn. Leşkerên Tirk di sala 1996’an de li gundê Demîrlî yê navçeya Qulp a Amedê bi ser malê de girtin, Şîrîn binçav kirin û piştre jî ti agahî jê nehatin girtin.    ‘EZ Ê NESEKINIM’    Di çalakiyê de ji ewil dayika Mehmet Şîrîn axivî. Dayika Şîrîn di dema axaftina xwe de giriya û nekarî axaftina xwe bidomîne. Piştre bavê wî Mustafa Bayram axivî û wiha got: “Ev 25 sal in ku ez li her qadê aqûbeta zarokê xwe dipirsim. Dibêjin ku dadgerên vê dewletê hene, dozgerên wan. Erê baş e wê demê çima zarokê min bêyî ku bidarizînin hat qetilkirin. Heta mirinê jî ez ê her tim aqûbeta kurê xwe bipirsim. Heta ku tiştekî ji kurê xwe dizanim, heta ez cenazeyê wî yan jî hestiyên wî nebînim ez ê nesekinim.”    TÊKOŞÎNA 25 SALAN   Keça Mehmet Şîrîn Bayram, Halîme Bayram jî axivî û ev tişt anî ziman: “Kê, bi kîjan sedemê Şîrîn Bayram kuşt? Kê, bi hêz û fermana kê mafê jiyanê yê van mirovan ji destê wan girt? Ev 25 sal in em li van qadan li bersiva van pirsan digerîn. Lê bersivekî nadin. Lê em na westin û dê vê pirsê her tim bikin. Ji ber polîtîkaya necezakirinê heke ev pirsên me 25 salên din jî neyên bersivandin, em ê dîsa jî dev ji vê doza xwe bernedin. Yek ji berpirsyariyên bingehîn ên dewletê, parastina mafê jiyanê ye. Ev 25 sal in em van berpirsyariyên wan bi bîra wan tînin. Li dijî van bêhiqûqiyên ku bi hêza dewletê tên kirin heta niha jî pêvajoya darizandinê nedane destpêkirin. Kiryar nehatine darizandin û ev jî dê ji vir û şûnde rê li ber cînayetên kiryarnediyar veke. Daxwazên me ne lûtfek lê berpirsyariya wan e.”   LEŞKERAN BINÇAV KIRIN   Endama Desteya Lêkolînkirina Winda û Cînayetên Kiryarnediyar a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim jî metna aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram xwend. Yildirim wiha got: “Leşkeran di sala 1994’an de zextên xwe yên li ser gundê Demîrlî zêde kirin. Ji bo ku bibin cerdevan, zextên giran li şêniyên gund kirin. Lê şêniyan cerdevanî qebûl nekirin. Li ser vê yekê gundê wan hat şewitandin, gundî hatin koçberkirin. Lê malbata Bayram ji gundê xwe koç nekir. Di sala 1996’an de Şîrîn Bayram xwest biçe serdana xizmê xwe Ramazan Tekîn. Li wê herêmê gelek caran operasyon dihatin kirin lewma nekarî rêya xwe berdewam bike. Bi hizra ku dê roja din serê sibehê biçe Bîra Zeynayê, wê şevê çû cem xizmê xwe Ramazan Tekîn. Wê şevê saet derdora 11-12’an de cerdevanên Qulpê û leşkeran bi ser mala Tekîn de girtin û Şîrîn bayram binçavkirin.    BAYRAM XWEST XWE BIGIHÎNE MALBATA XWE   Xwediya malê Hazal Tekîn (hevjîna Ramazan Tekîn) diyar kir ku wê cerdewanên bi navên Fettah û Cûmalî di dema binçavkirina Ramazan Tekîn û Şîrîn Bayram de nas kirine. Di sersibeha heman rojê de Hazal Tekîn ji bo ku mamê Şîrîn Bayram ê bi navê Îhsan Bayram ji bûyerê agahdar bike, saet di 07.00’an de diçe Bîra Zeynayê, agahiyê dide wan ku cerdevanên ji Qulpê û leşkeran Bayram û Tekîn binçav kirine. Li ser vê agahiyê Îhsan Bayram diçe Qereqola Qulpê. Li wir ji sercerdevan Huseyîn û Mûstafa Bulut ku nasên wî ne dixwaze ku derheqê Şîrîn Bayram de agahiyan bidin. Mûstafa Bulut ji apê xwe re dibêje ku li cihê xwe bimîne û li benda agahiya wî bisekine. Rojek piştre di danê nîvro de Mûstafa Bulut (sercerdevan) xwe digihîne Îhsan Bayram. Bulut dibêje ku Şîrîn li Qereqola Qulpê ye, bi çavên xwe dîtiye, bi wî re axivî ye û çavên wî hatibûn girêdan.”   ÊDÎ TU AGAHÎ JÊ NEHATIN GIRTIN   Yildirim da zanîn ku qereqolê demek piştre bangî Mûstafa Bulut kiriye û zext lê kirine ku bibêje wî Şîrîn Bayram nedîtiye. Bi domdarî jî Yildirim got ji wê rojê piştre tu agahî ji Şîrîn Bayram nehatine girtin.    ÊLIH   Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî çalakiya xwe ya 501’emîn li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê pêk anî. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” vekirin. Her wiha çalakvanan, wêneyên Windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Yilmaz Gumuş hat vegotin. Gumuş di 21’ê Cotmeha 1993’yan de li Taxa Yeşîltepe ya Êlihê hat binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatine girtin.