Li Wanê mal di bin avê de man 2021-10-30 13:49:54   WAN - Li Wanê, piştî barana ku duh bariya li gelek taxan mal di bin avê de man.    Li Wanê, barana ku duh di saetên şevê de dest pê kir û heta saetên serê sibehê berdewam kir bû sedem ku gelek mal di bin avê de bimînin. Li taxa Seyrantepe ya navçeya Tûşbayê gelek mal û dikandi bin avê de man û xesara maddî li wan ket. Ji ber kêmbûn û xerabebûna binesaziyê lehî rabûn.