Baroya Mêrdînê: Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ rexneyeke li polîtîkaya dewletê 2021-10-30 12:49:33   MÊRDÎN – Desteya Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê xwest lêpirsîna ji ber gotina ‘Ev der Kurdistan e’ derheqê Cemîl Taşkesen hatiye destpêkirin bi dawî bibe. Baroyê da zanîn ku naveroka axaftina Taşkesen vegota rabûrdiyeke dîrokî ye û rexneyeke li polîtîkaya dewletê ya pirsgirêka Kurd û sepanên birêkûpêk.    Di serdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partîyê Meral Akşener a li Sêrtê de welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ji Akşener re got: “Ziman û nasnameya me tê înkarkirin. Kurdistan tê înkarkirin. Cihê ku hûn niha lê ne Kurdistan e.” Piştî van gotinan, polîsan bi ser mala Taşkesen de girt û binçav kirin. Taşkesen piştî îfadeyê jî hat berdan. Têkildarî mijarê Desteya Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî da.    Baroyê da zanîn ku gotina ‘Ev der Kurdistan e’ ber azadiya derbirîna fikr û ramanan dikeve. Baroyê ji bo destpêkirina lêpirsîna ku bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ li Taşkesen hatiye vekirin jî ev tişt parve kir: “Ev biryar li dijî rêgeza dewleta hiqûqî ya demokratîk e û Tirkiyeyê bi vê biryarê peymanên ku îmze kirine jî binpê kirine. Cemîl Taşkesen hatiye berdan lê di gotina Taşkesen de ji bo tundiyê bangek nehatiye kirin. Lê tevî vê yekê jî di derheqê axaftina wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji azadiya xwe mehrûm hatiye hiştin. Ev sepan, li dijî rêgeza dewleta hiqûqê gefeke.”   ‘TAŞKESEN PIRSGIRÊKEKÎ PÊNASE DIKE’   Daxuyanî wiha berdewam kir: “Taşkesen di axaftina xwe de pirsgirêkekî pênase dike û axaftina wî li hemberî polîtîka û sepanên birêkûpêk ên dewletê rexneyeke ku rabûrdiyeke wê heye. Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ ber azadiya derbirîna fikr û raman dikeve. Ji bo pêşketina civakan û xwepêşvebirina her mirovekî,  yek ji stûnên bingehîn ên civakên demokratîk jî mafê azadiya derbirînê ye. Mafê azadiya derbirînê ne tenê dema gotineke bi xweşiya we diçe, gotineke bêziyan an jî gotinek an jî fikrekî negirîng tê kirin esas tê girtin.  Her wiha ji bo agahî yan jî fikrên dewletê yan jî beşeke mezin a civakê mat û aciz dike jî esas tê girtin. Ev yek bingeha piranîparêzî, xweşbînî û deqerûbûyînê ye. Ji bo civakeke demokratîk ev nebe nabe ne.”    Baroyê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Em vê kiriyare qebûl nakin. Hewceye ev lêpirsîn demek beriya demekî bi dawî bibe. Wek Desteya Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê em ê vê lêpirsînê ji nêz ve bişopînin.”