Li Girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan xwarin 2021-10-30 11:44:20   AMED – Girtiyê bi navê Şaban Yener ku li Girtîgeha Dîlokê dimîne da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hewl da qawîşên wan biguherîne û wan jî xwe nerazî kiriye. Yener got: “Piştî nerazîbûna me, êrişî me kirin, li me xistin û gefa kuştinê li me xwarin.”    Girtiyê bi navê Şaban Yener ku li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê tê girtin, bi telefonê li gel malbata xwe axivî. Yener ji malbata xwe re got ku gefa kuştinê li wan hatiye xwarin û ev agahî dan: “Pandemiyê weke hincet nîşan didin û hevdîtin, sihbet, qurs û çalakiyên sporê qedexe kirin. Li qedexeyên xwe her roj yeke din zêde dikin.”    ‘GEFA KUŞTINÊ LI ME XWARIN’   Bi berdewamî jî Yener dibêje ku di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşên wan de tê girtin û wiha got: “ Di her serdegirtina qawîşan de gefan li me dixwin. Bi darê zorê qawîşên me diguherînin û hewl didin me ji hev cuda bikin. Kesên FETO, DAIŞ’î û girtiyên edlî xistine nava qawîşên me û ewlehiya jiyana me nîne. Em li dijî van sepanan derdikevin lewma jî hem li me dixin û hem jî gefa kuştinê li me dixwin. Divê bê zanîn ku heke tiştek bi serê me bihê, berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye.”    ÇIMA HEVDÎTINA VEKIRÎ NAYÊ KIRIN?   Yener dibêje ku ew ti wateyekî nadin bê ka çima hevdîtina vekirî nayê kirin û wiha pê de çû: “ Pandemiyê weke hincet nîşan didin lê li hêla din mitîngan dikin û çayê belav dikin. Erê baş e ma pandemî li wir jî nîne? Jixwe vîrûs herî zêde li wan deveran belav dibe. Li derve her deverek vekirî ye. Gelo ma ev qedexe ye tenê ji bo girtîgehan heye. Ew dikarin bikin lê bo me qedexe ye.”   GIRTIYÊN NEXWEŞ    Yener herî dawî jî behsa girtiyên nexweş kir û ev agahî dan: “Hevalên me yên nexweş êdî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî jî bi cih bînin. Divê ev kes demek beriya demekî bên berdan. Ti heqê wan nîne ku girtiyên nexweş ên bi vî rengî di girtîgehan de bihêlin. Lê dema mijara behsa xeberê dibe girtiyên siyasî, ev kes nayên berdan. Ev yek nayê qebûlkirin.”