Li du bajaran tundî li jinan hat kirin 2021-10-30 11:40:45   ENQERE - Li Konyayê jina bi navê Nûriye Unver ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin û li Qeyseriyê jî jî jina bi navê O.C. jî dema ku ji tudiya hevjînê xwe Y.O. reviya birîndar bû.    Li taxa Ahî Evran a avçeya Kocahîsan a Qeyseriyê jina bi navê O.C. ji ber ku hevjînê wê Y.O. tûndî lê kir hewl da di şaneşîna mala xwe de ji malê bireve lê ji qata 3'an de ket û bi giranî birîndar bû. Li ser agahdarkirina kesên hawirdorê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û O.C. bi ambûlansê rakirina Fqulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyesê. Polisan jî Y.O. binçav kirin.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.    LI KONYAYÊ JÎ JINEK HAT QETILKIRIN   Buyereke din a tundiya li ser jinê li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê pêk hat. Jina bi navê Nûriye Unver ji aliyê hevjînê xwe Alî Rifaî Unver ve li mala malbata xwe hat qetilkirin, Unver, li heman malê bavê hevjîna xwe Abdullah Akarsel, dayika hevjîna xwe Husniye Akarsel û dapîra hevjîna xwe Nebahat Akarsel jî birîndar kir. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cîhanbeylî. Nûriye Unver ku destpêkê ew jî birîndar bû, rexmî hemû hewldanên bijîjkan nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku ji birîndaran rewşa Abdullah Akarsel û Nebahat Akarsel jî giran e.   Alî Rifaî Unver ku piştî bûyerê reviya ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin.