'Di bûyerên destdirêjiyê de ne zarok, kiryar tê parastin' 2021-10-30 09:53:28   AMED- Hevserokê Şaxa 2'yan a Egîtîm Senê ya Amedê Hasan Çitrik, destnîşan kir ku li malan û saziyên perwerdehiyê îstismarkirina zarokan zêde bûye û di bûyerên bi vî rengî de ne zarok, kiryar tên parastin.    Li cîhanê û Tirkiyeyê gelek zarok tên îstismarkirin. Li gor rapora 2020'an a Rêxistina Tendursitiyê ya Cîhanê, nêzî milyarek zarokên ku temenê wan di nacbera 2-17 salan de di sala 2019'an de bi tahdeya fizîkî, zayendî yan jî hestî re rû bi rû mane. Her wiha li gor lêkolîneke 2019'an a The Economistê jî Tirkiye di nav "welatên ji bo zarokan herî ewledar" de di rêza 56,7'an de ye.    Li Tirkiyeyê rêbazên taciz, destdirêjî û detseserkirinê ku perçeyeke polîtîkaya şerê taybet e, bi taybetî li bajarên herêmê nahpikên xwe davêje zarokan. Li Cizîrê mamsoteyek zêdetirî 40 xwendekar taciz kiribûn, lê tenê cihê peywira wî hat guherandin. Her wiha li Sêrtê li qurseke qur'anê ya Medreseya Mele Burhaneddîn de hînkerekî qursê 2 salan li ser hev bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokekî kiribû.    Hevserokê Şaxa 2'yan a Egîtîm Senê ya Amedê Hasan Çitrik, anî ziman ku bûyerên destdirêjiyê li deverên wekî mal, dibistan û kursên qur'anê zêde bûne û divê ne kiryar, zarok bên parastin.    DIVÊ GUH LI ZAROKAN BÊ KIRINAİLELER   Çitrik, desnîşan kir ku ji bo pêşî li ber îstismarkirina zarokan bê girtin divê guh li zarokan bê kirin û got: "Gava zarok ji dibistanê an jî ji derve hat malê divê em ji bo tiştên hatine serê wan guhdar bikin, zemînekê vegotinê bidin ber wan. Lê belê em van pirsan nakin û ev nêzîkatiya şaş dike ku zarok ketûmî bibe. Li navçeya Pîranê zarokan tiştên hatin serê wan ji malbatên xwe re gotin. Lê malbatan ewilî yeqîn nekirin. Paşê gava derket holê ku hin xwendekarên mezûn bûne jî ji hêla heman mamosteyî ve hatin îstismarkirin, wê çaxê malbatan ji zarokên xwe yeqîn kirin."   Çitrik, diyar kir ku zarok tenê bi îstisrama zayendî re rû bi rû namînin, bi stisrama fizîkî, aborî û gelekên din re rû bi rû dimînin.   KIRYAR TÊN PARASTIN   Çitrik, bertek nîşanî parastina kiryaran da û got: "Zarok li malê tê îstismarkirin dayik jê bawer nake, li dibistanê mamoste jê bawer nakin. Ji dêvla gotinên zarok, gotinên mezinan esas tên girtin. Di qanûnan de êdî ji bo sûcên katalogî şertê 'delîla berbiçav' danîn. Lê halbûkî tişta esas beyana zarok e. Zarok tu carî derewan nakin, tew di rewşên wisa de qet. Îstismar carinan bi tesadufî derdikeve holê, zarok ketûmî dibe û paşê em fêm dikin ku bê çi haiye serê wî/ê. Bi qanûnan vê dawiyê hat sererastkirin zarok nayên parastin, kiryar tên parastin."    DIVÊ EM ZAROKAN BIPARÊZIN   Çitrik, destnîşan kir ku divê zarokên tên îstismarkirin bên parastin û got: "Divê ji cihê destdirêjî lê hatiye kirin; dibistan, mal, kursên qur'anê hwd. bên wergirtin û divê em ji bo wan cihine ewledra peyda bikin. Divê hemû kes di warê îstismarkirina zarokan de bên perwerdekirin. Nexasim jî divê em dersên wekî gava zarok bi tiştekî wiha re rû bi rû biîne divê çi bike dersan bidin zarokan. Divê em nehêlin ku zarok xwe sûcdar bike."   MA / Eylem Akdag