Banga ji bo berdana rojnamevanê girtî Ayik 2021-10-30 09:26:55   ÎZMÎR - Dayik û parêzerê rojnamevan Devrîm Ayik ê girtî û nexweş, diyar kirin ku mafê jiyanê yê Ayik tê binpêkirin û demildest divê bê berdan.    Rewşa tenduristiya rojnamevan Devrîm Ayik ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û di Girtîgeha Eskîşehîr a Tîpa T'yê de ye, her diçe xirabtir dibe. Ayik ku nexweşîna chronê pê re heye û du caran emeliyat bûye, ji be rvê li girtîgehê çavekî wî kor bûye û di çavên wî yên din de jî pileya miyopê bûye 30.    Mafê dermankarina Ayikê ku ji sedî 76 astengdar re tê astengkirin. Ayik ji ber nexweşîna xwe du caran hatiye berdan û cardin jî hatiye girtin. Ji ber ku dermankirina wî bi derengî hatiye xistin nexweşînine din jî lê peyda bûne.    Dayik Hulya Ayik, herî dawî di 27'ê Cotmehê de kurê xwe dîtiye. Ayik, anî ziman ku kurê wê ji meha Nîsanê ve di qawîşa karantînayê de bûye, lê hefteya çûyî wî xisine qawîşeke asayî. Dayik Ayik, anî ziman ku tenduristiya kurê wê xirab dibe û got: "Heya niha nedihat tedawîkirin. Ji ber ku rewşa wî xirab bûye, serê mehê wî birine nexweşxaneyê û 10 rojan li nexweşxaneyê maye. Paşê bijîşk gotiye ulser li nav rêviyên wî belav bûye û birîn çêbûne. Bijîşk jêre gotiye emeliyata sisêyan ji bo wî talûke ye. Di meha Cotmehê de des bi dermankirina bi derziyan kirine."   Dayik Ayik, diyar kir ku kurê wê her cara ku diçe tuwaletê bi qasî nîv saetan xwîn jê tê û got: "Bi zanebûnî wî dibin ser bijîşkên şaş. Divê biçe gastrolojiyê, lê radibin wî dibin cerahiya giştî. Bi vî awayî demrankirina wî tê astengkirin."    ‘GIRTÎGEH GOR IN'   Ayik, desnîşan kir ku girtiyên nexweş ên wekî kurê wê bi hinceta ku dibe ku birevin nayên berdan û got: "Devrim nikare 50 metreyî jî li dû zarokekî 7 salî bibez e. Dê çawa bireve. Divê li mala xw ebê demrankirin. Ji sedî 76 asttengdra e, dê ev mirov zirareke çawa bide mirovan? Devrîm kurê min e, lê asas hevalê min, hevrêyê min e. Dixwazim girtiyên nexweş hemû bên berdan. Bihêlin bila ev mirov li mala xwe bênd ermankirin. Girtîgeh ji bo girtiyên nexweş gor in."    MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN   Kasim Saglam, parêzerê Devrîm Ayik, bilêv kir ku muwekîlê wî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimîne. Saglam, diyar kir ku divê Ayik heftê 3-4 caran biçe nexweşxaneyê, lê girtîgehê 10-15 rojan carekê wî dibe nexweşxaneyê û got: "Gava wî dibin nexweşxaneyê jî, bi awayekî sûkî tê tedawîkirin. Nexweşîna chronê pê re heye û ji ber vê 2 caran emeliyat bûye. Her wiha çavên wî jî xera bûne. Guhên wî jî giran bûne. Di warê hiqûqî de ne mimkun e ku di girtîgehê de bimîne. Lê girtîgeh û dadgeh bi awayekî kêfî tevdigerin."    DEMILDEST DIVÊ BÊN BERDAN   Saglam, destnîşan kir ku girtin tevdîrek e, lê belê biryara berdewamiya girtinê ya ji bo Ayik binpêkirina mafê jiyanê ye. Saglam, di dawiya axaftina xwe de got: "Divê saziyên civaka sivîl ji bo Devrîm Ayik bang bikin. Rewşa tenduristiya wî pir hesas e. Gelek girtiyên bi vî awayî hene. Demildest divê hemû bên berdan û ji bo vê xebat bên kirin."    MA / Tolga Guney