Piştî Heskîfa nû li gundê wan hat çêkirin li warê xwe bûn kirêvan 2021-10-30 09:26:07 ÊLIH - Şêniyên gundê Serpirê ku piştî Heskîf di bin avê de ma û navçe li gundê wan hat avakirin, anîn ziman ku axa wan, bîra wan bi zorê ji des wan hatiye stendin.  Li gor daneyên fermî tevî Heskîfa 12 hezar salî 108 gund û 42 mezrik ji ber BEndava Ilisûyê di bin avê de man. Lê li gor rapora Koordînasyona Heskîfê jî 199 jîngehh di bin avê de mane. Yek ji van gundan jî gundê Serpirê ye ku Heskîfa nû li vir hat avakirin.    Şêniyên gundê Serpirê ku bi zorê gundê wan hat îstimlaqkirin, anî ziman ku ji bo Heskîfa Nû 36 hezar donim erdê wan ji dest wan hatiye stendin û bi ser de xaniyek jî nedane wan.    Abdûllah Çikçî diyar kir ku li gundê 16 mal ên wan bûne û bi hezaran donim erdên wan hebûye, lê belê piştî erdê wan di bin avê de mane betal mane. Çikçî, destnîşan kir ku bi îstimlaqkirina ku di sala 2009'an de dest pê kiriye DSÎ'yê erdên wan ji wan stendiye û got: "Dibêjin heskîfiyan erdên xwe firotine. Me erdê xw enefirotiye. Bi zorê ji me stendin. Axa me biberekt bû. Me bi sewalvaniyê têra xwe debara xwe dikir. Gundê me li hemberî bajarê dîrokî bû. Her tiştê me hebû."    JI BO ERDÊ 400 HEZAR TL'YÎ 900 TL DAN   Çikçî, destnîşan kir ku li warê xwe bûne kirêvan û ji bo erdê wan ê ku niha 400-500 hezar TL ye, di sala 2009'an de serê donimê 900 TL dane wan. Çikçî, bilêv kir ku piştî ku bi darê zorê erdên wan ji wan hatiye stendin gelek kes ji bêgavî koçî Mêrdîn, Êlih û Stenbolê kirine û 11 malbatên li bajarê nû mane jî hemû di xaniyê bikirê de ne.    'BÎRA ME JI DEST ME STENDIN'   Çikçî, destnîşan kir ku li devereke 5 kîlometre dûrî Heskîfa nû hin cihekî bêber dane wan û got: "Serê malbatê 400 metrekare cih dan. Tu li vê derê ne dikarî sewalvaniyê bikeî ne jî çandiniyê. Em li benda pişkavêtinê ne. Dixwazin em bi xwe xaniyên xwe çêbikin. Ger salek berê ev der bidana me, belkî me karibûna çêbikira. Lê niha hesin ji 3 TL'yan bûye 8 TL. Ma em ê çawa çi bikin?"    Çikçî got: "Dîroka me, ava me, axa me, xaniyên me, heywanên me û bîra me ji me stendin û cihekî hişk û bêber dan me. Kesên dixwazin zilmê bibînin bila werin Heskîfê."    ‘BI FAÎZ STENDIN'   Lokman Yilmaz jî anî ziman ku bi bendavê aramiya wan serobino hatiye kirin û got: "Bi zorê her tiştê me ji me stendin. Pêşî bi hezar û 950 TL'yî îstimlaq kirin, paşê daxistin kirin 900 TL. Pere dabin kê bi faîzê ji wan stendin. Niha ew dever bi 400-500 hezar TL'yî ne. Li Heskîfa nû cih nedan me gundiyan. 36 hezar donim axa me bû. Lê niha em li axa xwe di kirê de ne. Me bi hezaran heywan xwedî dikir. Lê li bajarê nû em nikarin tiştekî jî bikin."    BIRYARA DADGEHÊ   Yilmaz, diyar kir ku ji ber vê bêhiqûqîtiyê serî li dadgehê dane û got: "Ev bêhiqûqîtî ji sala 2009'an ve didome. Bi zorê erseyên me ji me stendin û pere xistin hesabên me. Em nikarin pereyê di hesabê xwe de jî bikişînin. Dadgehê hê didome. Dadgehê heq da hin gundiyan, lê DSÎ guh li biryara dadgehê nake. Heke bivê em ê heya DMME'yê jî biçin."