Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin 2021-10-30 09:23:04 WAN - Hevserokê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku her du zarokên ku çawîşê pispor Talîp K. dest dirêjî wan kiriye, li midûriyeta polîsan bi berhêlîkirina polîsan re rû bi rû mane.  Li navenda Wanê li dibistaneke amadehiyê xwendekareke keç di 17'ê Cotmehê de bi tahde û destdirêjiya çawîşê pispor Talîp K. re rû bi rû ma. Talîp K., ji bo xwendekara keçik ku cîrana wê ew bi pê dabû naskirin, detsdirêjiya hatiye kirin ji kesî re nebêje, bi çekê gef lê xwariye û di heman demê de ew şantaj kiriye. Talîp K., di 19'ê Cotmehê de cardin gef li xwendekarê xwarine û xwestiye dîsa wê bibe mala xwe. Xwendekar jî ji ber ku tirsiyaye hevaleke xwe ya keç a xwendekara amadehiyê jî bi xwe re biriye. Talîp K. tahde li her du xwendekaran kiriye û dest dirêjî wan kiriye.    Piştî ku xwendekaran ev tahde û destdirêjî ji mamosteya xwe re gotin, derbarê çawîşê pispor Talîp K. de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji zarokan yek jê ji tirsa Tlîp K. îfadeya xwe guherand. Zaroka din diyar kir ku Talîp K. dest dirêjî wan kiriye. Piştî îfadeya zarokê Talîp K. hat binçavkirin û paşê hat girtin. Zarok jî li wargehên dewletê hat bicihkirin.    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Şaxa Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku ji bo çawîşê pispor ê ku dest dirêjî zarokan kiriye bê "helalkirin" midûriyeta polîsan zend û benda badane. Atabay, çawîşê pispor Mûsa Orhan bibîr xist û got: "Hêvîdar im Talîp K. jî li bara darazê wekî Mûsa Orhan neyê helalkirin û bê cezakirin."   Atabay, destnîşan kir ku bi taybetî di sûcên ku peywirdarên cemaweriyê dikin de kiryar nayên cezakirin. Atabay, destnîşan kir ku bûyerên taciz, destdirêjî û desteserkirinê yên li herêmê polîtîk in.    POLÎTÎKAYA DEJENEREBÛNÊ   Atabay, sûcên destdirêjiyê yên ku di salên 90'an de li herêmê bi dest polîs, esker û cerdevanan dihatin kirin bibîr xistin û anî ziman ku eve sûc hê jî didomin.    Atabay got: "Ev tişt bi awayekî sîstematîk tê kirin. Niha ev sûc ji yên salên 90'î zêdetir bûne. Ên destdirêjiyê dikin, sûcekî şexsî nakin. Ev, bi awayekî sîstematîk tên berbelavkirin. Her wiha ji bo dejenerekirina herêmê, li herêmê fuhûş tê ebrbelavkirin. Tiryak jî bi awayekî zanebûnî tê ebrbelavkirin."    POLÎSA ZAROKAN BERHÊLÎKIRINE   Atabay, anî ziman ku her du xwendekarên dibistana amadehiyê gava ji bo îfadeyê çûne midûriyeta polîsan, bi berhêlîkirina polîsan re rû bi rû mane û got: "Em pê hesiyan ku gava zarok çûne midûriyeta polîsan, polîsan hewl daye ser bûyerê bigirin. Polîsan gotiye 'belkî te maçî kiribe, dest dabe milê te, lê te şaş fêm kiriye.' Her wiha xwestine di dema îfadeyê de kes li ba zarok tune be. Gava kiryar peywirdarê cemaweriyê be, hewldanên ji bo parasina wî rû didin."    DIVÊ BÊ CEZAKIRIN   Atabay, bilêv kir ku zarokan ewilî ji ber zext û tahdeyê li îfadeya xwe qulibîne û got: "Paşê zarokek îfadeya xwe bi awayekî rast dide. Her wiha hin dîmenên kamerayan jî bûyerê piştrast dikin. Rastî hemû li ber çavan e. Hêvîdar im ev darizandin jî nebe wekî ya Mûsa Orhan. Divê bê cezakirin."    Atabay, destnîşan kir ku li herêmê sûcên li hemberî jinan û zarokan polîtîk in û lewma divê têkoşîna bê kirin jî polîtîk be.    MA / Dîndar Karataş