Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye 2021-10-29 16:53:43   RIHA - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bertek nîşanî binçavkirina dikandar Cemîl Taşkesen a li Sêrtê da û bi lêv kir ku ev rewş delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye.   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bertek nîşanî binçavkirina dikandar Cemîl Taşkesen ê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a navçeya Misirc a Sêrtê de gotibû ‘Ev cihê hûn lê Kurdistan e’ da. Aydenîz, bi lêv kir ku binçavkirina Taşkesen pirsgirêk e û da zanîn ku li Sêrtê pirsgirêka qebûlnekirina ziman û erdnîgariya gelê kurd bi binçavkirinê careke din hat dîtin.    ‘NAV DI DÎROKÊ DE DERBAS DIBE’   Aydenîz, bi bîr xist ku navê Kurdistanê di dîrokê de û evraqên Osmaniyan de derbas dibe û wiha got: “Di evraqên Meclîsê de jî derbas dibe. Di destûra bingehîn a sala 1921’an de hatiye destnîşankirin. Peyveke ku gelek caran Serokkomar jî aniye ziman. Dîsa penaseya erdnîgariyekê ye. Ligel ku bingeheke wê ya dîrokî heye jî îro welatiyek bi gotina ‘Ev der Kurdistan e’, bi rexneyekê tê binçavkirin. Endamên partiyên mûxalefetê jî dibêjin ‘em ê pirsgirêka kurd çareser bikin’ , ‘em ê zimanê kurdî nas bikin’ lê li dijî vê binçavkirinê bêdeng dimînin. Ev jî nêrîna wan a li hemberî kurdan dide nîşandan.”   PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ   Aydenîz, bi lêv kir ku ev rewş delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber gotinek an twîtekê mirov tên binçavkirin ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Ji ber vê yekê jî divê muxalefet jî û beşên civakî jî wisa lê binerin. Ez binçavkirinê bi tundî şermezar dikim.”