Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin 2021-10-29 12:47:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Dikandar Cemîl Taşkesen ê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a li Sêrtê de gotibû ‘Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin’ hat binçavkirin.    Dikandar Cemîl Taşkesen ê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a li navçeya Misirc a Sêrtê de gotibû ‘Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin’ hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Taşkesen, di çarçoveya lêpirsîna têkildarî axaftina wî hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin.    Miduriyeta Polîsan a Sêrtê diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Misircê li ser gotinên Cemîl Taşkesen ên “Ziman û nasnameya me tê înkarkirin. ‘Kurdistan’ tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Ev cihê hûn niha lê ne ‘Kurdistan e’ lê mixabin di Meclîsê de ‘Kurdistan’ tê înkarkirin” bi îdiaya “propagandaya rêxistine” lêpirsîn daye destpêkirin.     Polîsan di saetên serê sibê de Cemîl Taşkesen binçav kirin.