Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn 2021-10-29 12:36:38   AMED - Kedkarê çapemeniya kurd Kadrî Kaya, di seyêmîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, bi lêv kir ku wê li ser şopa Kaya têkoşîna xwe bidomînin.    Nûnerê Amedê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, Kadrî Kaya (Mamoste), di sêyemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranîna ku li Goristana Yenîkoyê hat lidarxistin de malbata Kaya, rêveber û endamên Komeleya Rojnamevanan Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û hevalên wî yên xebatê amade bûn.    ‘EM Ê DI ŞOPA MAMOSTE DE BIÇIN’   Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ê di bîranînê de axivî, diyar kir ku Kaya di qada çapemeniyê de bi xebat û têkoşîna xwe bandoreke mezin kir û wiha got: “Ji bo em wî careke din bi bîr bînin em îro li vir in. Bi hebûna xwe re bandoreke mezin li kar kir. Di hemû jiyana xwe de ji bo pêşvebirina çapemeniya azad û bidestxistina serketinê xebitî. Em weke hevalên wî em ê bîranîna wî bidomînin û li ser şopa wî bin, ev soza me ji bo Wî û hemû şehîdên me yên çapemeniyê ye.”   ‘WÊ TÊKOŞÎNA WÎ BIGIHE ARMANCA XWE’   Pişt re Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî, da zanîn ku ji ciwantiyê ve Kaya nas dike û wiha got: “Ez bi wî ra diçûm dibistanê. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo hatina aştiyê û pêşketina çapemeniya azad xebitî. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev têkoşîn wê teqez bigihêje armanca xwe.”   Piştî axaftinên hatin kirin kulîlk danîn ser gora Kaya.