Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin 2021-10-29 09:06:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ku Dayikên Aşitiyê li Deriyê Sînorê Sêmelka dane destpêkirin di roja 25'an de berdewam dike. Dayikên ku di çalakiyê de cih digirin axivîn û gotin: "Ji birakujiyê re êdî bes e, cenazeyên me radestî me bikin."  Dayikên Aştiyê yên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina cenazeyên endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm ku di êrişeka hêzên taybet ên PDK'ê de li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabûn, li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya dayikan ya li ser sînor 24 roj in tevî hemû astengiyên pêşmergeyan jî bi tevlîbûn û piştgiriyê berdewam dike. Dayikên ku li ser sînor koneyên xwe vedane bi çalakiya rûniştinê çalakiya xwe didomînin.    Ji Dayikên Aşitiyê ya êzidî Qedîfa Xelef û Endama Sazîya Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Şemsî Xan têkîldarî çalakiya xwe û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axivîn.     'EV 4 CAR IN EZ TÊM'    Ji pêkhatiyên êzidî ya navçeya Dirbespiyê Dayika Aştiyê Qedîfa Xelef, bilêv kir ku nedayina cenazeyan nîşaneya xiyanetê ya herî berbiçav e û wiha axivî:  "Ev cara 4'ê ye ku ez têm vê derê. Armanca me ew e ku cenazeyên zarokên xwe bistînin. Heta ku cenazeyên zarokên me radestî me nekin, em ê li vê derê bin. Em dibêjin êdî bes e. Em dibêjin biratî, wekhevî û aşitî lê feyde nake. Malbata Barzanî îla xiyanetê dike. Ji ber ku xayîn in. Ji 84'an ve heta niha xayintiyê dikin. Ew îleh xayintiyê bi kurdan re dikin. Em ji wan re dibêjin bi xweşikahî cenazeyên me bidin me. Em birakujiyê naxwazin, em aşitî û biratiyê dixwazin. Ew vê daxwaziya me qebûl nakin. Em çûn ber deriyê Sêmelka lê nehiştin ku em derbas bibin. Em di roja ewil de 24 dayik bûn. Lê em cara duyemîn 26 dayik bûn. Nîqaş kirin û gotin cenaze ne li gel me ne. Me got li gel we ne. Ji me re gotin, 'Hûn ji ku dizanin ku cenaze li gel me ne?' Me ji wan re got, 'Em dizanin' Pişt re ji me re gotin, 'Erê li gel me ne. Gotin, 'Heta ku partî xwe hewcehî me neke em ê cenazeyan nedin.' Me ji wan re got em li ser navê Dayikên Aşitiyê hatine û cenazeyên me demildest radestî me bikin. Em dayik bang li malbata Barzanî dikin,ji birakujiyê re êdî bes e. Mesudê kurdan te serê kurdan danî êdî bes e. Mesûd serê xwe rakir xiyanetê xuya kir. "   'DAYIK BI ÇEKAN PÊŞWAZÎ KIRIN'    Endama Sazîya Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Şemsî Xan jî, anî ziman ku hemû hewledanên wan ên derbaskirina sînor ji aliyê hêzên peşmergeyan ve tên astengkirin û wiha got: "Gelek hewledanên me çêbûn. Me gelek bi wan re nîqaş kirin. Me xwest ku daxwaza me ya derbaskirina sînor  bigihîjinin hikûmeta herêmê. Lê ev daxwaza me hate redkirin. Ji me re gotin, 'Koneyên xwe yên çalakiyê rakin, pişt re em ê destûr bidin ku hûn derbas bibin.' Me jî ji wan re got, heta ku ew destûra derbaskirina sînor nedin em ê koneyên xwe ranekin. Bi rengekî nedemokratîk daxwaziya me hat redkirin. Bi çekan pêşiya me girtin. Dayik bi çekan pêşwazîkirin. Em Dayikên Aşitiyê ne û dixwazin ku bi rêya diyalogê pirsgêrîkê çareser bikin. Cenazeyên van kesan hatiye tespîtkirin. Nabêjin ku cenaze li gel me nîn in. Dayik cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Dilê dayikan dişewite. Hêviyên me hebûn. Me digot dibe ku bidin ber xatirê biratiyê û bihêlin ku derbas bibin. "   'EV NE KURDISTAN  E,TIRKISTAN E'    Xan, diyar kir ku bi vê pêkanînê malbata Barzanî xiyanetê li gelê xwe dike û wiha dom kir : "Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî cenazeyan nadin. Şaşitî û kêmasiyên wan pir in. Cenazeyên hevalan veşdişêrin û pişt re jî wenda dikin. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî Hikûmeta Herêmê dikare her tiştekî bike. Bi nav Hikûmeta Herêmê ye, lê belê ji dewleta tirk re dixebite. Her kirinê wan bi fermanên dewleta tirk pêk tên. Ev ne Kurdistan e, Tirkistan e. Peşmergeyê wan jî dibêje ku ew nêçar in ku fermanên ku  ew didin pêk bînin. Dibêjin ku fermanên wan pêk neyinin nanê wan wê ji destê wan biçe. Peşmergeyê Roj bi bêehleqî nêzikî me dibûn. Ev hêz li ser xwînrijandinê hatiye perwerdekirin. Divê ku wisa nebe. Bila însanê me bi xwe vegerin. Divê gelê me li ber xwe bide û qebûl neke."    Zeynep Dûrgût