Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin 2021-10-29 09:06:26 AMED- Endama Desteya Rêvebir a MMO ya Şaxa Amedê Arîn zumrut, diyar kir ku wesayîtên zirxî yên li bajaran dibin sedema talûkeyên mezin ne girêdayî rêziknameya wesayîtan e û polîtîkaya bêcezatiyê mirinê zêdetir dikin.  Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera 2008-2021'ê de 20 jê zarok 42 kes di bin wesayîtên zirxî de mane û jiyana xwe ji dest dane û ji van kesan ji xeynî 2 kesan kesên din li bajarên herêmê mirine û 21 jê zarok 90 kes jî ji ber wesayîtên zirxî birîndar bûne. Herî daw di 20'ê Cotmehê de li navçeya Wêranşar a Rihayê wesayîta zirxî li zarokê 5 salî N.D. qelibî û N.D. bi giranî birîndar bû. Her wiha di 24'ê Cotmehê de jî li navçeya Sariyer a Stenbolê wesayîta zirxî ya polîsan li Kolana Maslak Buyukdereyê pêşî li dara li ser peyareyê qelibî û paşê li 6 wesayîtên di rê de diçûn qelibî û di vê qezayê de 3 kes birîndar bûn.    DERÎ RÊZIKNAMEYÊ YE   Endama Desteya Rêvebir a Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) a Şaxa Amedê Arîn Zumrut, da zanî ku wesayît li gor Rêziknameya derbarê Tamîr û Montaja Wesayîtê (AÎTM) daxilî nav trafîkê dibin û di vê rêziknameyê de hatiye diyarkirin ku dê wesayît bi tonajeke çawa daxilî nav trafîkê bibin û dê di kîjan rêyand e biçin. Zumrut, anî ziman ku lê belê wesayîtên zirxî derî vê rêziknameyê ne û di warê qanûnî de valahiyek heye ku dê ev wesayît di ku derê re biçin û bên.    NAYÊN KONTROLKIRIN   Zumrut, diyar kir ku heger di wesayîtan de guherîn çêbibin divê ev li gor Rêziknameya AÎTM'ê bên kirin û got: "Ji bo vê jî divê hûn projeyê çêbikin. Divê hûn guherînin dikin diyar bikin ku ji bo jiyana mirovan ne cihê talûkeyê ne. Em bi raporên pêzaniyê dizanin ku piraniya wesayîtên zirxî yên qeza dikin berê ne wesayîtên zirxî bûne, paşê hatine guherandin."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Zumrut, destnîşan kir ku ji sedî 98'ê qezayên wesayîtên zirxî li bajarên herêmê çêdibin û ji bo vê hevpîşeyê xwe Cîhan Can bibîr xist ku 3 sal berê di bin wesayîta zirxî de mabû û jiyana xwe ji dest dabû û got: "Can, li Amedê ji aliyê wesayîta zirxî ve hatibû kuştin. Bi qasî ku em encamên dadgehê dişopînin, ji bo mirina wî jî hat gotin ku 'nehatiye ferqkirin.' Gava hûn di ser kevirekî re jî biçin hûn ferq dikin. Ev sersarî, ji ber nerêzgirtina ji bo mafê jiyanê ye."    Zumrut, anî ziman ku ji dîmenên qezayan jî xuya dike ku ajovanên van wesayîtan guh li lezê nakin.    Zumrut, destnîşan kir ku ev qeza dibin sedema zêdebûna mirinan û got: "Pirsgirêkeke cidî ye û dikairn pêşî li ber bigirin û ji bo vê jî divê rayedar davina bavêjin."    MA / Ceylan Şahînlî