Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome 2021-10-28 16:17:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Metîna ya Herêma Kurdistanê birîna daran a bi destê cerdevanan didome.    Opersyona ku Tirkiyeyê di 23’yê Nîsanê de li Herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin didome. Talankirina daristanê ya li herêmên operasyonê jî didome. Li gorî nûçeya Rojnewsê, ji aliyê cerdevanên ji bajaroka Sêgirka ya Şirnexê ve birin herêmê bi hezaran dar hatin birîn. Cerdevanên li herêma Nizorê ya Zendûra û li herêma Derarê ya Mêtîna daran dibirin, wan daran li kamyonan bar dikin, ji wir dibin Şirnexê ji wir jî dibin bajarên cuda.    Li aliyê din li Çiyayê Cûdî, Gabar û Çiyayê Çil Nimêjê yên Şirnexê û li herêma Besta jî talankirina daristanan didome.