Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin 2021-10-28 09:09:21 DÎLOK - Dûrrî Kaygûsûz, diyar kir ku li girtîgehê li kurê wê Şaban Kaygûsûzê nigekî wî û milekî wî tune ye, piştî îşkenceya lêgerîna tazî hejmartina ser piya lê hatiye ferzkirin û got: "Gava li ser snedelyeyê bûye, ew avêtine erdê û îşkence kirine."  Şaban Kaygûzê 24 salî ku milekî wî û nigekî wî tune ye, di 19'ê Cotmehê de bi hinceta "ewlehiyê" ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Binyan a Kayseriyê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê hati kirin. Li Kaygûsêz ji sedî 90 astengdar e, hejmartina ser piya hat ferzkirin. Kaygûsûz, telefonî malbata xwe kir û ragihand li li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ji ber ku qebûl nekiriye 5 gardiyanan bi zorê kincên wî çirandine û jê kirine. Malbata Kaygûsûz di 23'yê Cotmehê de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dîlokê daxuyaniyek da. PIştî sewqkirinê malbatê cara ewil li Girtîgeha Bunyanê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê serdana Şaban Kaygûsûz kir û li wir hîn bûne ku bê li girtîgehê çi hatine serê Kaygûsûz.    Dayik Dûrrî Kaygûsûz (62) û bira Bahattnîn Kaygûsûz, bang li Wezareta Dadê kirin ku dev ji vê bêhiqûqîtiyê berde.   Dayik Dûrrî Kaygûsûz, diyar kir ku kurê wê di 2017'an de li Şirnexê hatiye girtin û ji bo tedawiyê ji Şirnexê sewqî Wanê hatiye kirin û got: "Bêyî ku tedawiya kurê min temam bibe, wî bi wî halê birîndar girtin. Hefteyekê li nexweşxaneyê ma û paşê wî sewqî Girtîgeha Sêrtê kirin. Mehekê li Sêrtê me. Ancax mehek bi şûn da em çûn girtîgehê, lê gava em çûn em pê hesiyan ku wî sewqî Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê kirine."   Dayik Kaygûsûz, anî ziman ku milek û lingek kurê wê tune ye û got: "Kurê min gava kesek li cem wî tune be, nikare kincên xwe biguherîne. 3 salan li Amedê ma. Em tim diçûn cem wî. Rewşa wî baş bû. Hevalên wî aliyê wî dikirin. Herî dawî 3 hefte berê çûm cem wî. Hefteya borî roja çarşemê kurê min Bahattîn û birayê wî çûn cem wî. Di dema hevdîtinê de navê Şaban nehatiye bilêvkirin. Kurê min dipirse. Gardiyan jî dibêjin nizanin li ku derê uye. Tu tişt ji her du kurê min re negotine. Lê piştî israr kirine, dozger gotiye ji bo rapora nikare di girtîgehêd e bimîne çûye heyeta Saziya Tiba Edlî (ATK)."    LÊGERÎNA TAZÎ   Kaygûsûz, da zanîn ku kurê wê ji bo rapora ATK'ê du caran çûye heyetê û rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye Şaban Kaygûsûz sewqî Qeyseriyê kirine. Kaygûsûz, diyar kir ku nexwe dozger wan xapandiye û wiha domand: "Kesekî milekî wî û lingekî wî tune sirgûn kirin. Ev bêwijdanî ye. Kurê min di 22'yê Cotmehê d etelefonî min kir, ragihand ku lêgerî tazî lê ferz kirine. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz kirine, ew jî li ber vê rabûye. 5 gardiyanan ew li erdê xistine û hemû kincên wî çirandine û wî şilfî tazî kirine. Gune ye, ma mirov tiştekî wiha tîne serê kesekî astengdar.. Tew îja radibin dibêjin 'lêgerîna tazî tune ye.'"    HEJMARTINA SER PIYA   Kaygûsûz, diyar kir ku piştî lêgerîna taz kurê wê bi tena serê xwe xistine qawîşekê û got: "Kurê min nikare bi tena serê xwe kincên xwe bişo, nikare xwarinê bixwe û biçe tuwaletê jî. Nikare bi tena serê xwe di odeyekê de bijî. Lê rabûne wî xistine hucreyekê. Piştî kurê min îtiraz kiriye wî birine qawîşeke pênc kes lê ne. Lê vê carê hejmartina ser piya li kurê min ferz kirine. Di dema jimariyê ji kurê min re gotine çima tu ranabî ser pêyan û wî ji ser sendeliyê avêtine erdê û ew îşkence kirine. Tu hiqûq û wijdan vî tiştî qebûl nake."    ‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN'   Dayik Kaygûsûz wêneyê kurê xwe nîşan dan û bang li rêxistinên mafên mirovan kir û got: "Kesên dibêjin em parêzvanên mafên mirovan e bila tiştên hatine serê kurê min bikin rojev. Me li ÎHD'ê daxuyanî da, ez ê li her derî bilêv bikim. Heger çena wijdan bi Wezîrê Dadê re hebe, dê li ber vê bêdeng nemîne. Ez van tiştan qebûl nakim. Ji bo kurê xw enebînim wî birin devereke dûr. Kurê min bibin wî aliyê cîhanê jî ez ê biçim wî bibînim. Ez ê tu carî wî bi tenê nehêlim. Em ev zilm qebûl nekir û em ê nekin jî. Divê heyeteke HDP û CHP'ê biçin girtîgehê û agahî wergirin."    'ME TENÊ 10 DEQEYAN HEV DÎT'   Bira Bahattîn Kaygûsûz ku di 25'ê Mijdarê de hevdîtin bi birayê xwe re kire, destnîşan kir ku birayê wî ji sedî 90 astengdar e, lê dîsa jîr abûne lêgerîna tazî lê ferz kirine. Kaygûsûz, bibîr xist ku milek û lingek birayê wî tune ye û rabûne jimariya şipyakî li birayê wî ferz kirine.    Kaygûsûz, ji bo hevdîtina di 25'ê Cotmehê de got: "Ji girtiyên siyasî wî tenê anî bûn. Li korîdorê ji xeynî me tu kes tune bû. Em û kekê min Sadik çûbûn. Li korîdoreke teng em du kes tenê bûn. Kesekî ku em pê re biaxivint uen bû. Gardiyanekî di warê derûnî de tahd eli me dikir. Te digot qey mexsûs wî şandine sirf ji bo me nerihet bike. Di nav 10 deqeyan de 4 caran hat û xwest em du kes li ser sendelyeyekê rûnên. Me hew îdare kir, em ketin qirika hev. Mafê me yê hevdîtin saetek bû, lê tenê hiştin em deh deqeyan hev bibînin. Me derxistin derve."    KA EDALET?   Kaygûsûz, wiha domand: "Birayê min ji me re jî got, lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Ji Wezîrê Dadê dipirsim, tu çawa lêgerîna tazî li kesekî ji sedî 90 astengdra ferz dikî? Milekî wî û lingekî wî tune ye. Nîv mirov e. Bi tena serê xwe nikare kincên xwe jî biguherîne. Lê tu radibî lêgerîna tazî lê ferz dikî. Ka te digot lêgerîna tazî tune ye? Ka edalet, heq û hiqûqa we?"   BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN   Kaygûsûz, xwest birayê wî Şaban Kaygûsûz sewqî Girtîgeha Dîlokê bê kirin û di dawiya axaftina xwe de got: "Ma şert e ku birayê min li Kayseriyê be? Ji bo me qutifînin rabûn wî sewqî cihekî dûr kirin. Ew birayê me ye, li ku derê be jî em ê biçin cem wî. Ya tê kirin bêwijdanî ye. Divê girtiyên nexweş û astengdar û extiyar hemû bên berdan. Destê xwe deynins er wijdanê xwe û dawî li vê bêhiqûqîtiyê bînin."    MA / Emrûllah Acar - Ferhat Çelîk