Derket holê ku Dînler ên agahî ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin 2021-10-27 10:47:09   MÊRDÎN - Derket holê ku Îbrahîm û Faîze Dînler ên hevjînên hev ku ji operasyona li herêma Omeriyan hatibû destpêkirin ve agahî ji wan nedihat girtin, bi lêdanê hatine binçavkirin.    Di 22'ê cotmehê de li herêma Omeriyan a Mêrdînê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de li herêma xebatên lêgerînê û liv û tevgera Balefirên Bêmirov (ÎHA) didome. Hat diyarkirin ku li gundê Qurdîsê, Îbrahîm (73) û Faîze (72) Dînler ên hevjînên hev ku ji destpêkirina operasyonê ve agahî ji wan nayê girtin bi lêdanê hatine binçavkirin. Gundiyên li herêmê destnîşan kirin ku bi destpêkirina operasyonê re nikarin ji malên xwe derkevin û roja destpêkê ya operasyonê leşkeran bi ser mala Îbrahîm û Faîze Dînler de girtine û dengê qêrînê hatiye wan. Gundiyan, da zanîn ku leşkeran li Îbrahîm û Faîze Dînler daye û piştre destê wan kelemçekirî ew ji malê derxistine.    Gundiyan, got ku leşkeran wan li maşîneya zirxî siwar kirine û bi xwe re birine.    Li aliyê din piştî belavbûna nûçeyan cendirme li zarokên Dînleran geriyane û agahî dane wan ku dayik û bavê wan hatine binçavkirin.