Rûspiyan bang li Barzanî kir: Roj roja yekitiyê ye 2021-10-27 10:06:07   ŞIRNEX - Rûspiyên gundê Hemka yê Şirnexê, bang li Barzanî kirin ku hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bi dawî bike û gotin: "Ji bêtifaqbûnê re êdî bes e, bibin tifaq."   Polîtîkayên ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li herêma Kurdistanê dide meşandin û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ji aliyê gelê kurd ve tê rexnekirin. Ji bo ku ev rewş ji holê rabe û di nav partî û tevgerên kurd de yekitî pêk were Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) heta niha bi dehan rêxistinên sivîl û partiyên kurd ên li herêmê re civîn pêk anîye. Rexmî ku KNK'ê xwest bi PDK'ê re jî hevdîtin bike, PDK'ê vê daxwaza KNK'ê bi hincetên cuda red kir.    Rûspiyên li gundê Hemka yê navçeya Elkê ya Şirnexê, derbarê vê rewşê de axivîn û bang li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî kirin û gotin ku divê demildest tifaqa kurd pêk bê.   'EM DIXWAZIN KU XWÎN BISEKINE'   Rûspiyê gund Fuat Acer (80), anî ziman ku yekitiya kurd weke av û nan pêwîst e û wiha axivî: "Ez hatime vî temenê xwe heta niha me nexweşî dîtine. Em dixwazîn ku biratî û aşitî çê bibe. Em dixwazin ku aramî hebe. Wexta ku aramî nebe wateya jiyanê jî namîne. Em dixwazin ku ev xwîne bê sekinandin û aşitî çê bibe. Bila bes zarokên me bên kuştin. Divê ev şer bisekine. Dayika me, bavê me û zimanê me kurd e. Bila êdî yekitiya me çê bibe."   'BIBIN TIFAQ'   Acer, bal kişand ser helwesta malbata Barzanî ya li dijî yekitiya netewî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Heta niha Barzanî yek tişt ji bo kurdan nekiriye. Her li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tevgeriyaye. Bi dehan zarokên kurd dan kuştin û ji bo gelê xwe jî tiştek nekir. Heger Barzanî bi gelê xwe re tifaq bûya îro ev pirsgirêk nedihat nîqaşkirin. Çi heqê wî heye ku miletê xwe dikuje? Gundên xelkê hemû wêran kirin û vala kirin. Niha jî ji ber Barzanî xelk direve û diçe Ewropayê. Heger Barzanî bi gelê xwe re ba û piştgirî bida, îro ev tişt çênedibûn. Kaniya zêr li ber serê wî diherike. Petrola dinyayê destê wî de ye. Çima nade miletê xwe. Miletê wî jî hemû ji birçîna direvin. Bila ev pêkanîn bi dawî bibin. Ji bêtifaqbûnê re êdî bes e, bibin tifaq."   'DIVÊ EWIL PÊŞENG BIBIN TIFAQ'   Rûspî Îbrahîm Acer (70) jî da zanîn ku cihê tifaq nebe, li wir şer û pêvçûn heye û wiha axivî: "Em naxwazin ku di nava gelê me de bê tifaqî hebe. Ne tenê gelê kurd, divê di navbera mirovan de bêtifaqî nebe. Em girêdayî gelê xwe ne. Em naxwazin ku tiliya yek kurdî xwîn jê bê. Di serî de divê pêşengên vê civakê tifaq bin. Ez hatime vî emrê xwe heta niha tenê daxwaziya min bûye yekitiya gelê kurd. Divê em ewil di nava xwe de aşitiyê pêk bînin. Bila ev xwîn bisekine û bes mirov bên kuştin. Hemû malê dinyayê yê min be, heke aramî nebe ez ê çi jê bikim? Dilê me nexweşe. Çimkî em ne tifaq in. Em tenê tifaqiya gelê kurd daxwaz dikin. Kurd li ku be, dema ku nerehet be em jî li vir nerehet dibin."   'HEGER KURD BIBIN TIFAQ...'   Ji rûspiyan Hoca Cîn(65) jî bal kişand ser yekitiya netewî û wiha got:" Erdogan çi bibêje Barzanî wê dike. Îro her devereke başûrê Kurdistanê tirkan qereqolên xwe çêkirine. Desthilatdariya başûrê Kurdistanê êdî di destê tirkan de ye. Dewleta tirk hemû kirine sîxûrên xwe. Me heta niha gelek bi çavên xwe dîtin. Ez hatime vî temenê xwe heta niha ji bo tifaqbûna kurd tedikoşim. Heger ku kurd bibin tifaq wê bikaribin hemû êrîşan jî têk bibin. Ez bi hêvî me wê kurd serbikevin. Kurd xelas nabin wê kurd serbikevin."    MA / Zeynep Dûrgût