‘Kiryarên sereke yên Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin' 2021-10-27 09:13:48 COLEMÊRG - Hatîce Aksû, xwişka Suleyman Aksû yê ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, ji bo doza ku ceza tenê li kesekî hat birîn û dosye hat girtin got: "Kujerên sereke nehatin eşkerekirin."  Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê li hemberî ciwanên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêllîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê li hev kom bûn, êrişeke xwekujiyê pêk anîbû. Di êrişê de 33 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 104 kes jî birîndar bûbûn. Doza têkildarî vê komkujiyê di 22'yê Cotmehê de bi dawî bû. Di dozê de tenê bersuc Yakûp Şahîn hat cezakirin û dosye hat girtin. Hatîce Aksû, xwişka mamosteyên îngilîzî Suleyman Aksû yê ji Geverê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, destnîşan kir ku bersûc ne kesek tenê ye û heya hemû kujer eşkere bibin dê bitêkoşin.    'PÊLÎSTOK BIRIN PIRSÛSÊ'   Aksû, bibîr xist ku anî ziman ku birayê wê ji bo pirtûk, lênûsk û pêlîstokan bibe ji zarokan çûye Pirsûsê û wiha domand: "Birayê min ji bo xirabiya kesî neçû Pirsûsê. Ji bo birayê min û kesên din re dibêjin endamên rêxistinê ne. Em vê qebûl nakin. Ne heqê wan e ku van kesan bi vî awayî tawanbar bikin. Walî jî û midûrê polîsan jî dizanibû dê ciwan biçin wir. Ddageha Qanûna BIngehîn van zarokan wekî endamên rêxistinê îlan kir. Madem birayê min û yên pê re endamên rêxistinê ne, nexwe bila delîlên xwe nîşan bidin. Ên ku endamên rêxistinê ne, kesên ku piştgiriya DAIŞ'ê kirin û birayê wê kuştin bi xwe ne."    ‘KIRYARÊN SEREKE HATIN PARASTIN'   Aksû, di dawî axaftina xwe ev tişt gotin: "Di dozê de kesekî tenê cezakirin û dosye girtin. Daxwazên me malbatan û parêzerên me hatin redkirin. Derbarê kesên ku di komkujiyê de birîndar bûn jî lêpirsîn dan destpêkirin. Hemû berpirsiyarî li kesekî tenê hat barkirin.. Kiryarên sereke jî hatin parastin. Ev biryar, li bara me biryareke bêhukm e. Dê lêgerîna me ya edaletê ya ji bo pêkanîna xeyalên 33 rêwîyên xeyalê bidome. Paşxaneya komkujiyê û sûcdarên sereke nehatin darizandin. Heya hemû kiryar bên darizandin, em ê bitêkoşin."