ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-27 09:00:31 * Li Heskîfa dîrokî piştî ku ava bendavê kêm bû, Dêra Sahayê ya ji dema Împaratoriya Romayê mayî bi darî çavan ket.  * Hatîce Aksû, xwişka Suleyman Aksû yê ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, ji bo doza ku ceza tenê li kesekî hat birîn û dosye hat girtin got: "Kujerên sereke nehatin eşkerekirin."   * Dê hînkarê qursa Qur'anê D.M. ku bi awayekî sîstematîk dest dirêêjî zarokekî kir, di 26'ê Mijdarê da bê dadgehkirin. Hat gotin ku bavê D.M. ji bo kurê wî bê berdan û ser dosyeyê bê girtin serî li hin kesên AKP'î daye.   * Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyê bi navê Veysî Bayat, ragihand ku gardiyanan êrişî wan kirine û got: "2-3 heftte ye em îşkence dikin, hêviya xwe ji me qut bikin, wê me bikujin."   * Parêzer Sevda Aydin, anî ziman ku girtiyên ku înfaza wan tê şewitandin bi sê awayan tên cezakirin û bi van pêkanînên ku perçe bi perçe ji hêla organên qanûnçêkirinê ve tên pêkanîn re rejîmeke înfazê ya despotîk tê avakirin.    * Ciwanên tevli tûrnûvaya fûtbolê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bûn, destnîşan kirin ku dê li dijî polîtîkayên dejenrebûn, tiryak û fuhûşê, ji bo rêxistinbûyîna xweparastina civakê bixebitin.    * Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran, ragihand ku girtiyên jin bi pêkanînên biçûkxistinî û nêrî re rû bi rû dimînin û li Girtîgeha Bakirkoyê girtiya astengdar nikare biçe tuwaletê.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 233’yemîn de berdewam dike.    * Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê wê derbarê mamosteyê ku li dibistaneke Toplû Konûtê tûndî lê hatiye kirin de daxuyanî bide. (09.00)   * Alîkarê Midur Bûrak Ekîncî ku bi îstismarkirina xwendekaran tê darizandin wê yekemîn danişîna wî li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê bê dîtin. (09.30)   * 7'emîn rûniştina 5'emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê wê danişîna doza Osman Ç. ku bi destdirêjiya biraziya xwe Z.Ç. tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.30)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, wê derbarê Doza Pirsûsê de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî bidin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê rapora xwe ya 3 mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê bi civîneke çapameniyê li avahiya xwe parve bike. (13.00)