Doza rojnamevan Akin û ve Sarisozen hat taloqkirin 2021-10-26 13:36:18   STENBOL - Rûniştina doza rojnamevan Osman Akin û nivîskar Veysî Sarisozen ên ji ber nûçe û nivîsa di rojnameya Yenî Yaşamê de hatiye weşandin tên darizandin, hat taloqkirin.    Rûniştina 8’emîn doza Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin û nivîskar Veysî Sarisozen ji ber nûçe û nivîsên di rojnameyê de hatine weşandin bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” tên darizandinê, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.    Osman Akin mazerete rgaihdn û beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî Ozcan Kiliç beşdarî danişînê bû û got Sarisozen li derveyî welat e, navnîşana wî ragihandine û xwest bila îfadeyên wî li wir bi riya îstînabe (ji aliyê dadgeheke din ve) li wê navnîşanê were girtin.    Dozger xwest ku biryara girtinê ya derbarê Sarisozen de berdewam bike.    Şandeya dadgehê dewama biryara girtina Sarsiozen da. Dadgehê daxwaza Ozcan Kiliç a ku îfadeya Sarisozen were girtin jî qebûl kir. Dadgehê danişînek din taloqî 2’yê sibata 2022’an kir.