Doza Kobanê: Daxuyaniya Demîrtaş bi şahidan dane jiberkirin 2021-10-26 13:23:59   ENQERE - Ji parêzerên Doza Kobanê Kenan Maçoglu diyar kir ku daxuyaniya ku Salahattin Demirtaş li Murşîpinarê dabû dozger bi şahidên ku dîtiye daye jiberkirin û got: “Çawa çêdibe ku şahid daxuyaniya 5 sal berê ji bîr nekirine.”    Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin bi rûniştina 6’emîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike. Parêzerên dozê û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin. Girtiyên li Sîncanê girtî ne li eywana rûniştina dozê amade ne û girtiyên din jî li girtîgehên lê dimînin bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bûn.    ‘WE GUHÊ XWE LI GOTINÊN ME GIRTIYE’    Piştî tespîta nasnameyan parêzerê Endamê Meclîsa HDP’ê Nazmî Gur ê ku duh parastina wî qediyabû Kenan Maçoglû axivî. Maçoglû da zanîn ku li vê eywnaê darizandin nayê kirin û got: “Em her tim belge pêşkêşî we dikin û parastinê dikin lê belê we guhê xwe li gotin û tiştên em dibêjin re girti ye. Hûn li ser xeta we li vir ava kiriye darizandinê dikin û pirsan ji miwekîlên me dikin. Ev jî niyeta we nîşan dide.”   ‘DIVÊ HÛN BIPIRSIN KÊ PYD’Ê ANIYE TIRKIYÊ’    Maçoglu têkildarî maîla ku PYD’ê şandiye jî axivî û got: “Me wê serdemê gelek caran got PYD bi xwe hatiye Tirkiyê. Hûn hatina PYD’ê ya wê demê nadarizînin, lê hûn li ser maila ku hatiye hevalên me ji mirina 37 kesan berpirsiyar digirin. Divê hûn hatina PYD’ê ya Tirkiyê bipirsin.”    JI HEMAN DOSYEYÊ DU CARAN DARIZNADIN    Maçoglu destnîşan kir ku miwekîlên wan bi heman dosyeyê cara duyem e tên darizandin û ev dosye jî têkildarî bûyerê 6-8’ê Cotmehê ne û şande niha bi klasorên dubare darizandinê pêk tîne.    ‘DOZGER KET PEY LÊGERÎNA ŞAHIDÊ VEKIRÎ’    Maçoglu anî ziman ku ew dipirsin dosye ji destpêkê ve heta niha çawa gihandine şahidên veşarî û wiha got: “Hêj we nepirsiye. Em dibêjin ev şahid pir eşkere û zelal hatine afirandin. Dema ku Demîrtaş û Yuksekdag cara duyem hatin girtin, dozger xwe gihand van dozgeran. Dozger di kanûna 2019’an de şahidê veşarî Mahîr dît. Ji bo ku hewcedariya biryara parastina şahid heye wê îfadeya şahidan bi tena serê xwe esas neyê girtin, ketin pey lêgerîna şahidên eşkere. Serî hemû îtîrafkarên girtîgehên Tirkiyê hatiye xistin û gotin îtîfkariyê bikin. Di dawiya meha kanûnê de xwe gihandin Kerem Gokalp. Gelo we van îfadeyan xwendiye?    ÎFADEYÊN WAN HEMAN IN Û JIBER KIRIN E    Îdianame hemû li ser van îfadeyan hatiye hûnandin. Van tiştan îstîxbaratê nivîsiye û xêz kiriye. Binêrin îfadeyên şahidê veşarî Mahîr 6 rûpel in û îfadeyên Kerem Gokalp jî 5 rûpel in. Îfadeyên Gokalp û Mahîr heman in. We axaftina Demîrtaş a di sala 2104’an de ku li Deriyê Murşîtpinarê kiribû li dosyeyê bar kiriye. Ev axaftin bi şahidan dane jiberkirin û bêhnok bi bêhnok bi wan dane gotin. Çawa çêdibe ku şahid daxuyaniya 5 sal berê jibîr nakin. Ji de-da’yê bigire heta xeletiyên nivîsê her tiştî eynî gotin e. Ev çawa çêdibe ku axaftina di 2014’an de heta xeletiyên nivîsandina wê bi heman rengî jiber dizanin. Ji kerema xwe bixwînin.   NEBIN ŞIRÎKÎ VÎ SÛCΠ   Ji xeynî vê belgeya komployê çawa dibe? Ji bo wan vê dosyeyê ango darizandinê zû bi rê ve bibin, zext li ser we hene. Me di vê danişînê de ji tevgerên viya derxist. Lê belê em dîsa bêjin, li vir sûc tê kirin. Hûn jî dibin şirîkê vî sûcî. Em berdanê daxwaz nakin. Em dibêjin nebin şirîkî vî sûcî.”    Piştî axaftina Maçoglu, rûniştina dozê bi parastina Endamê MYK’a HDP’ê Alp Altinors berdewam dike.