Serlêdana Ocalan di rojeva KE'yê de ye: Dibe ku mafê 'daxwaza berdana bi şert' derkeve holê 2021-10-26 12:25:54 STENBOL - Komîteya Wezîran a KE'yê, wê biryara îxlalkirinê ya li ser serlêdana Ocalan di navbera 30'ê mijdarê û 2'ê kanûnê de binirxîne. Ji TOHAV'ê Ayşe Bîngol Demîr, diyar kir ku eger biryar pêk bê dibe ku mafê "daxwaza berdana bi şert" derkeve holê. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, di sala 2003'an li dijî cezayê muebbetê yê giran ku li muwekîlê wan hatibû birîn serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Parêzeran, di serlêdana xwe de diyar kiribûn cezayê li muwekîlê wan hatiye birîn li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku êşkence û pêkanînên xerab qedexe dike ye. DMME'yê di 18 'ê Adara 2014'an de biryar da ku cezayê muebbetê yê bêyî ku mafê wî yê berdana bişert hebe li Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.    DI NAVA 7 SALAN DE GAV NEHATIN AVÊTIN   DMME'yê ji bo girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ku piştre serlêdan kiribûn jî heman biryarê da. Lê rexmî ku 7 sal di ser biryara dawî ya teqez re derbas bûye jî derbarê biryarên îxlalkirinê yên mijara gotinê ne de tu pêşketin çênebûn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE KW) venêrîna bicihanîna biryarên DMME'yê dike, ji bo Tirkiye çareseriyên qanûndanînê û guhertinên bicihanînê yên ku wê ji bo cezayê muebbetê yê giran bide 'mafê hêviyê' bi cih bîne, dest bi pêvajoya kontrolê kir jî biryarên civînê nexist rojeva civînê û tu biryarên nivîskî çênekir.    KOMÎTEYÊ XIST ROJEVA XWE   Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolîna Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 29'ê Tîrmehê de ji bo ku biryara DMME'yê bigire rojeva xwe ya lezgîn serî li komîteyê da û di çarçoveya pêvajoya çavdêriya bicihanîna van biryaran de danezaneke nivîskî pêşkêşî komîteyê kir. Li ser danezanê komîteyê mijarê girt rojeva xwe. Beriya civîna xwe ya wê di navbera 30'ê mijdarê û 2'ê kanûnê de pêk bîne, komîteyê derbarê danezana ku rêxistinên sivîl pêşkêşî wê kirine û pêvajoya bicihanîna biryaran de ji Tirkiyeyê agahî xwest.    BERSIVA JI ANGAŞTÊN TIRKIYEYÊ RE                Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ku di 7 'ê îlonê de da de angaşt kir ku ji sala 2009'an  ve li Îmraliyê tu binpêkirin çênebûne. Tirkiye, tespît û pêşniyarên ku di danezanê de derbarê "ewlekirina mafê hêviyê" û "guherîna qanûnî ya têkildarî pergala darvekirina cezayê muebbetê yê girankirî" de paşguh kir û bê bersiv hişt. Tirkiye, tenê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li ser şertên fizîkî yên Îmraliyê ya salên borî nirxand.   Li ser angaştên Tirkiyeyê yên di 12'ê cotmehê de rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî bersiv dan komîteyê Û diyar kirin ku Tirkiye di daxuyaniyên xwe yên nivîskî de behsa tespîtên girîng ên DMME'yê nekiriye, gavên ku ji bo bicihanîna biryaran bên avêtin nîqaş nekiriye û li şûna wê bi agahiyên şaş ragihandiye. Di bersivê da cih ji hin tespît û pêşnîyaran re jî hatibû veqetandin.    Em mijarê bi parêzer Ayşe Bîngol Demîr ku yek ji endamên Lijneya Rêveberiyê ya TOHAV'ê û di nav serlêdanê de cih digire re axivîn.   SERLÊDANA 'BIRYARA KONTROLÊ BIKE'   Parêzer Ayşe Bingol, diyar kir ku DMME'yê di biryarên xwe yên "Ocalan 2" û biryarên din de "mehmeleya derveyî mirovahiyê" tespît kiriye û destnîşan kir ku divê rejîma înfazê ya cezayê muebbetê yê girankirî yê di hin cureyên sûcan de tê dayîn, li gorî biryarên DMME'yê di ber çavan re bê derbaskirin. Bingol, bi bîr xist ku rewşa mijara gotinê şertê 'mafê hêviyê' ye û tevî 7 salên navberê jî Komîteyê di vî warî de gavên şênber neavêtiye û ev tişt got: "Me ji komîteyê re ragihand ku Tirkiyeyê tu gav neavêtiye û biryarên di dema navberê de bi cih neaniye. Komîte wê bi rengekî çalaktir çavdêriya pêvajoya bicihanîna vê koma biryardayînê bike. Em difikirin ku ev gaveke girîng e." Bîngol, got ku komîte difkire ku "bi awayekî bandor pêwistî birêvebirina pêvajoya venêrînê" heye û bi vî awayî dinirxîne û digire rojeva xwe. Bîngol, bi lêv kir ku ji ber vê yekê biryar hatiye dayîn ku di civînê de komên biryardayînê yên Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan werin nîqaşkirin.   BERDANA BIŞERT    Bîngol, bal kişand ser bersiva Tirkiyeyê ya li ser komîteyê û têkildarî mijarê ev tişt got: "Angaştên Tirkiyeyê şaş in. Bi rengekî şaş û ne rast bersiv da. Ji ber ku DMME bi zelalî diyar kiriye ku li Tirkiyeyê di hin cureyên sûcan de, di cezayên giran ên heta hetayê de, derfeta serbestberdana bişert nîne." Bîngol, destnîşan kir ku di ji bo sûcên li dijî dewletê, pergala Destûra Bingehîn û ewlekariya neteweyî, derfeta berdana bişert nîne û di rastiyê de ji aliyê Tirkiyeyê ve tê xwestin ku di vê mijarê de pêwistî gavekê nîne û bi vî awayî bê encamkirin.    SEROKATÎ Û EFÛYA GIŞTÎ   Ji bo bersiva Tirkiyeyê Bîngol, diyar kir ku Tirkiyeyê bersiveke şaş daye û li gorî biryarên DMME'yê nabe ku ev mijar di çarçoveya "mafê hêviyê" de bên nirxandin. Bîngol, da xuyakirin ku wan di van mijaran de bersiv dane angaştên Tirkiyeyê û anî ziman ku heta mirinê cezayên heta mirinê li hin cureyên sûcên li welêt tên birîn û ji bo berdana bi şert û merc qedexe û îstîsna hene.    ARMANCA TIRKIYEYÊ     Bîngol, bi lêv kir ku Tirkiye bi bersiva xwe re hewl dide pêkanînên tund ên li komîteyê bisekinîne û ev tişt anîn ziman: "Tirkiye dibêje, 'yên cezayê muebbetê yê giran digirin, bi şertê kontrola edlî serbest tên berdan'. Bi hevokeke pir biçûk dibêje îstîsna hene. Lê ev îstîsna çi ne kûrtir nabe. Lê belê ew îstîsna mijara van hişyarî û biryaran e. Divê ku hikûmet li ser wan îstîsnayan rawest e lê tenê bi awayekî kurt vegotina 'îstîsna hene' şaşî ye."   CIVÎNA KOMÎSYONÊ    Derbarê civîna komîteyê de jî Bîngol, diyar kir ku komîte wê di civîna xwe ya di navbera 30'ê mijdarê û 2'ê kanûnê de bersiva 'xapînok' a Tirkiyeyê bibîne û wiha pêde çû: "Weke ku me anî ziman nîşaneyên gelekî zelal hene ku yên ji van sûcan hatine mehkûmkirin wê bi şert bên berdan. Heke rêxistinên sivîl û parêzer tevlê nebûna, belimkomîte derfet nedîtiba ku nirxandineke rast li ser van gotinên hikûmetê bike. Rêxistinên sivîl di daxuyaniyên xwe de ev yek aşkera danîn holê. Bi ya min ji bo ku rewşa rasteqîn diyar bibe, komîte xwedî dane û derfetên têrker e."    WÊ PÊVAJOYEKE ÇAWA BIXEBITE?   Di berdewamê de Bîngol, destnîşan kir ku li pêşiya komîteyê bi sedan biryarên DMME'yê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi nirxandina vê koma biryardayînê re wê bi awayekî cidî destê rêxistinên sivîl, parêzvanên mafan, parêzeran û her kesên di vê mijarê de xebitiye, xurt bike. Piştî civîna yekemîn dibe ku komîte hin agahiyan ji Tirkiyeyê bixwaze. Bi vî rengî dikare li ser mijarên girîng ên weke çend kes tên darizandin, bi van sûcdariyan re çiqas darizandin tên kirin, ji bo mehkûman çiqas dem di ser darvekirinê re derbas bûye, agahiyan bixwaze. Derbarê gavên ku ji bo daxwazên ji Tirkiyeyê bên avêtin de yan jî dê ji wê bê xwestin ku hin agahiyên şênbertir, nêrînan pêşkêş bike. Komîte jî ji bo bicihanîna biryaran dikare diyar bike bê ji Tirkiyeyê çi bi rengekî şênber dixwaze. Piştî biryarên hatine girtin, gavên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine avêtin an na, ev gav di cih de ne yan na û rêbaza parastina kontrolê wê bi demê re zelal bibe."   BERPIRSIYARIYA KOMÎTEYÊ   Bîngol, diyar kir ku ew ê li ber komîteyê şopandina pêvajoyê bidomînin û got ku heke pêwîst bike ew ê teblîxatên nû bidin û ev tişt gotin: "Berpirsyariya Komîteya li gorî peymanê diyar e. Wê ji bo misogerkirin û bicihanîna vê yekê gavên divê werin avêtin, biavêje. Di vê mijarê de ne bifikar im. Ev mijar gelekî girîng û hesas e. Bi vê mudaxaleya rêxistinên sivîl ez dibêjim ev nîşane ye ku komîte vê li ber çavan digire. Biryarên DMME'yê ne hewce ye ku kesên cezayê muebbetê yê giran xwarine piştî qonaxekê serbest bên berdan. Ev jî "piştî ku cezayên wan heta demekê hatine înfazkirin daxwaza berdana mehkûman dike" û derbarê vê de jî garantî die."   Bîngol, axaftina xwe wiha bi dawî kir "Heke ev biryar bên bicihanîn, Abdullah Ocalan û kesên mîna wî ku bi cezayê girtîgehê yê heta hetayê hatine cezakirin, piştî ku cezayên wan ji bo demeke diyar hatin bicihanîn wê karibin bi şert ji saziyên pêwendîdar daxwaza berdana bi şert bikin. Divê ev maf ne pêşandanek be. Eger şert û merc pêk werin, divê mafê berdana wî hebe. Heke di mevzûata têkildar de li gorî pîvanên peymanê guherînek çêbibe, erê, ev jî dibe ku bi serbestîya bi şert be. Lê belê bicihanîna van biryaran wê bi rengekî otomatîk encamê nede berdana wan."   MA / Mehmet Aslan