Malbata Şenyaşar: Ev 3 sal û nîv e çima lêpirsîn nayê destpêkirin? 2021-10-26 12:07:17   RIHA - Malbataşa Şenyaşar diyar kir ku bi ser bûyerê re 3 sal û nîv derbas bûn û got: “Çima tu lêpirsînek nayê destpêkirin?”    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de li Pirsûsê winda kirin, di roja 232’yemîn de çalakiya Nobeta Edaletê li ber Edliyeya Rihayê berdewam dikin. Malbat wek her roj vê sibehê dîsa ji Pirsûsê hat ber edliyê û dest bi nobetê kir.    ‘DOZGER DITIRSIN KU KUJERAN BIGTIRIN’    Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku têkoşîna wan edaletê di meha 8’an de berdewam dike û got: “Di ser bûyera ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimî de 3 sal û nîv derbas bûn. Dozgerên Komara Tirkiyê derbarê kujeran de tu xebatek yasayî neda destpêkirin. Ev kujer di nava xelkê de digerin. Bi ser me re civakê tehdît dikin. Sê ferdên malbata min hatine qetilkirin lê kujeran nagirtin. Ev nayê qebûlkirin. Dozger ango daraz derbarê kujeran de çima lêpirsînê nade destpêkirin? Ji ber ku kujer xizmên parlamenterek îqtidarê ye, dozger ditirsin ku kujeran bigirin. Hemû Tirkiye li vê zilmê temaşe dike. Hemû dinya nobeta me ya li ber dadgehê dişopîne. Heta ku ev zilm biqede, kujer werin girtin û birayê min ku sê sal û nîv in girtî neyê berdan wê têkoşîna me li vir berdewam bike. Heta ku partiya îqtidarê vî parlamenteri biparêz e, wê winda bike û dirize û mehkûmî windakirinê ye.”    'ÇIMA DARIZANDIN NÎNE?'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî Serokkomar Tayyîp Erdogan, Dadgeha Bilind, Wezareta Dadê û Serdozgerê Rihayê etîket kir û vê pirsê kir: “Yên ku qala xala 138’emîn a destûra bingehîn dikin, bila ewilî li Edliyeya Rihayê binêrin û paşê biaxivin. Dema ku faîl alîgir bin, hûn fermana wan negirin didin dozgeran. Kê van her sê mirovan li nexweşxaneyê kuşt? Çima! 3 sal û nîv e doz nehatiye vekirin.”