'DAIŞ'iyan dixin nav girtiyên siyasî' 2021-10-26 10:26:44   RIHA - Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa, destnîşan kir ku armanca binpêkirinên mafan ên li girtîgehan teslîmgirtina vîna girtiyan e. Vefa got, li girtîgehan DAIŞ'iyan li cem girtiyên siyasî bi cî dikin.   Li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxandin û destnîşan kir ku armanca van binpêkirinan ew e ku vîna girtiyan teslîm bê girtin û li Tirkiyeyê girtîgeh veguherîna "warên cezakirinê."    VEGUHERIYE GIRTÎGEHEK QERASE   Vefa, destnîşan kir ku di demên dawî de binpêkirinên mafan pir zêde bûne û got: "Tirkîye veguheriye girtîgeheke qerase. Hejmara girtiyan pir zde bûye û girtî bi muameleyên xirab re rû bi rû dimînin. Sedema ku ev binpêkirin bi hêsanî tên kirin jî ew e ku girtîgeh bûne warên derî civak. Gava binpêkirinek tê kirin, ragihandina wê pir zehmet e. Kesên binpêkirinê dikin, nahêlin girtî vê binpêkirinê ragihînin."   BI AWAYEKÎ KÊFÎ TÊ ASTENGKIRIN   Vefa, bibîr xist ku li gor Hiqûqa Înfazê ya Tirkiyeyê gelek mafên girtiyan hene, lê belê ev maf bi awayekî kêfî tên astengkirin. Vefa, destnîşan kir ku girtî li ber vê xespkirina mafan li ber xwe didin, lê belê bi cezayên wekî dîsîplînê re jî rû bi rû dimînin.   PÊVAJOYEKE XETERE   Vefa, anî ziman ku di demên dawî de li girtîgehan girtiyên siyasî ji hev tên veqetandin û got: "Dixwazin pêşî li ber rêxistinbûyîna girtiyan a ji bo mafên xwe bigrin. Dixwazin pêşî li ber girtiyan bigirin ku dengê xwe ranegihînn. Asta binpêkirinên vê dawiyê vê yekê nîşan dide. Dixwazin girtiyan bitepisînin. Hewl didin girtiyên li ser heman fikirî ji hev dûr bixin. Radibin kesên DAIŞ'î tînin cem ên PKK'yî. Girtiyên di heman korîdorê de gava ji bo telefonê, hevdîtinê, çûna nexweşxaneyê dertên bi hev re dertên û leqayî hev tên. Ev yek li Rihayê jî tê kirin. Gava girtiyên ne li ser heman fikirê rastî hev tên, bi awayekî fizîkî li be rhev radibin."   POLÎTÎKAYA TENÊKIRINÊ   Vefa, destnîşan kir ku mafê jiyanê yê girtiyan di talûkeyê de ye û got: "Demildest divê ev ye bê bidawîkirin. Berê gava girtî bi binpêkirinên wiha re rû bi rû diman, li tevahiya Tirkiyeyê û bajarên herêmê çalakiyên greva birçîbnê yên bêdem ûd orveger didan destpêkirin. Divê dev ji vê hewldana bêvînkirinê bê berdan. Dixwazin bi vî awayî girtiyan bi tenê bihêlin, wan bêvîn bikin."    Her wiha Vefa ji bo pêkanîna ku li cem hev bicîkirina girtiyên fikirên wan ne wekhev destnîşan kir ku, tekane armanc haya girtiyan ji hev tune be.    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Vefa bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, extiyar û astengdar jî û got: "Drameke ku dilê mirovan dax dike. Saziyên Tiba Edlî (ATK) raporine alîgir çêdikin û bi vî awayî iek ku bi hezaran kes bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de bin. Em bi ferasete heyfstendinê re rû bi rû ne. Li Rihayê înfaza Emîne Aydogan a 65 salî nehat taloqkirin û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran girtiyên wekî wê hene û ATK raporên 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide û bi vî awayî wan ber bi mirinê ve dişîne."    ‘WERIN EM BI HEV RE VEKOLIN'   Vefa, bang li parêzvanên mafên mirivan kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rabin û di dawiya axaftina xw ede ev tişt gotin: "Girtî bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Hemû kesên hestiyar divê li ser rewşa girtiyan hûr bibe. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Tespîta me ew e ku girtî ne warên jiyanê ne. Wezîrê Dadê dibêje 'jiyaneke mirovane', lê girtîgeh û ev gotin li hev dernayên. Bila heyetên serbixwe li girtîgehan lêkolînê bikin. Bila wezaret bê em bi hev re li girtîgehan lêkolînê bikin."    MA / Emrullah Acar