17 sal in avê venaxwe! 2021-10-26 09:06:56 ŞIRNEX - Li gundê Hemka yê bi ser navçeya Elkê ve welatiyê bi navê Hamît Acer ê 70 salî 17 sal in bêyî ku avê vexwe dijî. Li gundê Hemka yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, welatiyê bi navê Hamît Acer (70) 17 sal in avê venaxwe. Acer ku ji ber avê venaxwe gelek caran diçe nexweşxaneyan, ji aliyê bijîşkan ve bi awayekî matmayî tê pêşwazîkirin. Ji vê rewşa Acer re hêj teşhîs nehatiye danîn, lê belê balkêşe dema ku Acer avê vedixwe, vedireşe û nexweş dikeve. Acer, tenê dikare çayê vexwe.     'DEMA VEDIXWIM NEXWEŞ DIBIM'   Acer, diyar kir ku hebûn û tunebûna avê nayê bîra wî û wiha got: "Ez 17 sal beriya niha nexweş ketim. Piştî ku nexweş ketim çûm nexweşxanê. Dû re hatim malê. Ava ku min vedixwar ser dilê min dima û divereşiyam. Ev 17 sal in min av venexwariye. Di her vexwarina avê de ez aciz dibim. Xwedê vexwarina ave ji min re nekiriye qismet. Ez ewqas kar dikim û rojiyên xwe jî digirim, lê ez qet tî nabim. Di demsala havînê de ez heta êvaran giya dirûm, lê ez dîsa jî av venaxwim."    'EZ NEXWEŞ DIKEVIM'   Acer, da zanîn ku di nav vexwarinan de ew tenê dikare çayê vexwe û wiha axivî: "Ez herî dawî 2 sal bêriya niha çûm nexweşxaneyê û mieyne bûm. Lê bijişk jî ji min re got tu nexweşiya te tune ye. Gotin gurçîkên te jî baş dixebitin. Ez ji wê rojê heta niha neçûme nexweşxaneyê. Bijişk matmayi man. Got tu çawa dijî. Ez tenê dikarim çayê vexwim. Di meha remezanê de dema ku li derdora min av û dew vedixwin ez aciz dibim. Ez şirînahiyê û xwarinên bi xwê jî bixwem tî nabim. Dema ku kesek vedixwe ez dibêjim hûn çawa av vedixwin. Bijîşk ji min re got, 'avê bikelîne û vexwe'. Lê nikarim wiha jî vexwim. Dema hewl didim vexwim ji ser hişê xwe diçim û nexweş dikevim."