Li Wanê îstîmara zayendî: Çawişê pispor ê faîl hat girtin 2021-10-25 17:13:20 WAN - Li Wanê çawişê pispor Talîp K. ê li hemberî 2 xwendekarên lîseyê îstîsmara zayendî pêk anî, hat girtin. Çawişê pispor Talîp K. ê li Wanê wezîfeyê dike li hember du xwendekarên lîseyê ku wan li wesayîta xwe siwar kir, îstîsmara zayendî pêk anî. Talîp K. her du xwendekarên keç ên lîseyê li wesayîta xwe siwar dike û dibe mala xwe û madeya hişbir dide wan. Her du zarok bi vê madeyê ji ser hişê xwe diçin û demek şûn ve direvin diçin dibistanê. Hevalek her du xwendekaran meseleyê ferq dike û mijarê bi mamosteyê rehberê re vedibêje. Li ser hewldana mamoste zarok tiştên hatine serê wan vedibêjin û diyar dikin ku ew bi îstîsmara çawişê pispor re rûbirû mane. ALKOL DAYE WAN Û TUNDIYÊ KIRIYE Zarokan dan zanîn ku çawişê pispor demek berê pêwendî bi wan re daniye û roja bûyerê wan ji dibistanê girtiye biriye malê û alkole daye wan û tundiyê li wan kiriye. Zarokan anî ziman ku Talîp K. çayên wan li mitbexê tije kiriye û ji wan re aniye û piştî çay vexwarine ji ser hişê xwe çûne û wexta ew şiyar bûne cilên wan ne li ser wan bûne. Zarokan giliyê Talîp K. kirin û hat binçavkirin. Dadgehê ji sûcên “kesan ji azadiya wan bêpar hiştiye” û “îstîsmara zayendî ya biwesf li hember zarokan pêk aniye” Talîp K. da girtin û şand girtîgehê. Wê di rapora nexweşxaneyê de diyar bibe ka li hember zarokan destdirêjî (tecawiz) pêk hatiye an na. Zarokek li wargeha dewletê hat bicihkirin.