Daxwaznameya girtiyê ku xwest tevlî Doza Kobanê bibe hat astengkirin 2021-10-25 14:27:54   MÊRDÎN - Daxwaznameya girtiyê bi navê Haşim Gezer ku xwest weke “aliyê mexdûr” beşdarî Doza Kobanê bibe ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji dadgehê re nehatiye neşandin.    Bîlal Gezer, di 7'ê Cotmeha 2014'an de li gundê Xelîla yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên Kobanê ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê dest pê kiribû de jiyana xwe ji dest dabû.  Birayê Bîlal Gezer, Haşîm Gezer xwest beşdarî Doza Kobanê ku 108 siyasetmedarên di nav wan de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene tên darizandin bibe. Lê ev daxwaza wî hat astengkirin.    Haşim Gezer ku ji sala 2017'an ve li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtî ye daxwaznameyek ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re şand û xwest weke “aliyê mexdûr” beşdarî Doza Kobanê bibe lê daxwazname ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji dadgehê re nehat şandin.    ‘DIXWAZIM RASTIYÊ VEBÊJIM’   Haşim Gezer di hevdîtina girtî ya bi malbata xwe re kirî de diyar kir ku ji 3 salan zêdetir e di hucreya yek kesî de tê girtin û da zanîn ku daxwaznameya wî ya ku di meha tîrmehê de ji bo di Doza Kobanê de bibe şahid nivîsandiye ji dadgehê re nehatiye şandin.   Gezer, anî ziman ku ew dixwaze daxwazname bê dayîn lê bersiv jê re nehatiye dayîn û xwest di eywana dadgehê de vebêje ku birayê wî di dema protestoyên Kobanê de çawa hatiye qetilkirin û birayê wî yê din ji ber gulebarana ji qereqolê çawa felç bûye. Gezer, diyar kir ku daxwaznameya wî ji ber ku wê rastiyan bibêje nehatiye şandin û bi bîr xist ku birayekî wî jiyana xwe ji dest daye, yê din jî felç bûye û ji bo beşdarî dozê bibe xwedî hincetên têrker e.