Malbata Şenyaşar: Ji qêrîna dayikê re bêdeng nemînin 2021-10-25 12:44:36   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê didomîne wiha got: “Dayikek 65 salî ku mala wê xera bûye, dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe heye. Ji vê qêrînê re bêdeng nemînin.”    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) ku sê ferdên mala xwe di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, ji 9’ê Adarê ve Nobeta Edaletê li ber Edliyeya Rihayê digire. Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 231’emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê hat ber edliyeyê û dest bi çalakiya nobetê kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê parve kir: “Pêwîste edaleta wekhev û ji bo her kesî edalet li Edliyeya Rihayê dest pê bike. Çimkî dayikek 65 salî ku mala wê xera bûye, dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe heye. Ji vê qêrînê re bêdeng nemînin.”