HDP: Li şûna gefan bila biryara DMME'yê pêk bînin 2021-10-25 12:24:12 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derbarê mijara sefîran de gotin: "Rejîm hewl dide bi rêya krîzên sûnî xwe ji rewşa ketiye rizgar bike. Krîza sefîrên bilind li dijî berjewendiyên gelên me ye û hewldanek ji bo nixumandina krîzên heyî ye." Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derbarê gefa li ser sefîrên 10 welatan daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Banga Serokkomar Erdogan ku dixwaze Sefîrên Bilind ên DYE, Fransa, Elmanya, Hollanda, Swêd, Norwêc, Fînlandiya, Danîmarka, Kanada û Zelanda Nû weke 'mirovê nayê xwestin' bê ragihandin, wê Tirkiyeyê li qada navneteweyî bi tenê bihêle, bibe sedema pevçûnên nehêja û aboriyê ber bi têkçûnê ve bibe."   'BILA BIRYARA DMME'YÊ BICIH WERE'    Di daxuyaniyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Osman Kavala hate bibîrxistin û wiha hat gotin: "Li welatekî ku bi cîranên xwe re ne li hev e, pereyê xwe timî bêqîmet dibe, deynê xwe yê derve bi giştî ji 400 milyar dolarî derbas kiriye, beşeke mezin a çavkaniyên xwe ji şer û biçekbûnê re vediqetîne, tişta herî dawî ku pêwîstiyê pê bibîne dijminatiyên nû ye.   Li Tirkiyeyê serxwebûn û bêalîtiya dadgeriyê hatiye binpêkirin. Rejîm hevrikên xwe yên siyasî dîl digire û Serokkomar bi rengekî eşkere radigihîne ku ew biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake. Di demeke wiha de bibîrxistina biryarên dadgeha navneteweyî ku dadgeriya Tirk divê bi cih bîne, destwerdana li dadgeriyê nîne.   REJÎM HEWL DIDE XWE RIZGAR BIKE   Rejîm bi rêya krîzên sûnî hewl dide xwe ji rewşa ku ketiye nav rizgar bike. Gava ku amadekariyê dike biavêje wê welêt bixe nava rewşeke nû ya xitimandî, bibe sedem ku krîzeke girantir a malî û aborî rû bide, Lîreyê Tirk bêhtir bêqîmet bibe û berdêla vê yekê jî gelên me didin."   GEFA LI DIJÎ DEMÎRTAŞ HAT ŞERMEZARKIRIN    Di daxuyaniyê de sûcdarî û heqaretên ku Serokkomar li Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û hevsera wî kir, bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em ê li pêşberî wijdanê cemaweriyê û qanûnan wî berpirsyar nîşan bidin."