'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye' 2021-10-25 11:29:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji wan kesayetên ku nameya têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) û OPCW kirîn, Nebez Xalid eşkere kir ku heta ku komîsyonek ji bo lêkolînkirina çekên kîmyawî neçe wan herêman wê zextên wan berdewam bikin. Nebez Xalid eşkere kir ku PDK’ê ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor bûne ji medyayê veşêre, nexweşxaneyek taybet vekiriye.   Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya şerê 6 mehan ên li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê Artêşa Tirk a dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîla rabigre, 323 caran bi çekên kîmyewî êriş kiriye.   Di 20’ê cotmehê de ji Kurdistan û Iraqê 153 rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, rojnamevan û hîndekaran bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekêm Kîmyewî (OPCW) kirin ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi lêpirsînê bikin.   'TIRKIYE BI SER NEKETIYE'    Aktîvîstê Siyasî Nebez Xalîd ku yek ji wan kesan bû name îmze kirî, têkildarî bikaranîna çekên ji Rojnews’ê re axivî û got: “Di nava 6 mehên borî de zêdetirî 300 caran çekên kîmyawî hatiye bikaranîn. Ji ber heta niha zêdetirî 400 welatên sivîl ên wan herêman rakirîne nexweşxaneyê. Ev jî encama şikestina dewleta Tirk a li herêmê ye. Lewma serî li bikaranîna çekên kîmyawî û qedexekirî dide. Ji bo ku bikare serbikeve, lê heta niha jî serneketiye.”   Nebez Xalîd bal kişand ser nameya pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekêm Kîmyewî (OPCW) kirîn û got: “Em dixwazin ji wan rêxistinan re bêjin ku ev rastiyeke. Biqasî ku me kariye me belge xistine ber destê wan, ji bo ku komîsyonek taybet bişînin herêmên şer. Nîşan bidin ka çi rû dide ku li ser asta cîhanê karek neyasayî ye.”   ‘PDK’Ê NEXWEŞXANEYEK TAYBET JI BO NEXWEŞÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ VEKIRIYE'    Nebez Xalîd diyar kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor bûne nexweşxaneyek taybet vekiriye û wiha domand: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo welatiyên ku jê bandor bûne nexweşxaneyek taybet vekiriye, ji wan re gotine curek nû yê koronayê ye. Ji bo ku ji medyayê veşêrin wiha dike. Lê, agahiya xelkê ji rewşê heye. Eger komîsyonek were avakirin, divê biçe vê nexweşxaneyê ku bi sedan kesên jê bandor bûne hene.”   Aktîvîstê siyasî Nebez Xalîd herî dawî got: “Ev ne cara yekeme dewleta Tirk çekên kîmyawî bi kar tîne. Niha li ser vê mijarê zext berfireh dibin. Heta ku komîsyon diçe herêmê , lêkolîn dike û encamê eşkere dike wê zextên me berdewam bike.”