Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma 2021-10-24 14:49:35   STENBOL - Evrîm Firat ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin, diyar kir ku 24 girtiyên sewqî girtîgehê hatine kirin di şertên nebaş de tên ragirtin û ragihand ku xizma girtiyekî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû maye.   Evrîm Firat ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriya Stenbolê tê girtin, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên 24 girtiyên ku sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê bûn, dijîn vegotin. Firat, diyar kir ku 24 girtî di qawişa girtiyên edlî û ji doza Cemaeta Gulen de girtinê tên ragirtin û da zanîn ku dema sewqkirinê de îdareya girtîgehê bi hêceta “kotayê” dest danîye ser pirtûkan.    LÊGERÎNA TAZΠ   Firat, destnîşan kir ku girtî bi “hêcetên beredayî” hatine sewqkirin û wiha got: “Ew qawîşa ku ew birinê qirêj e. Her wiha bi nêzî 20 gardiyan diçin hejmarê û hewl didin girtiyan provoke bikin. Li aliyê din tişteke girîng jî; Hevjîna girtiyê bi navê Yûsûf, di hevdîtina 22’yê Cotmehê de rastî lêgerîna tazî hat. Di dema hevdîtinê de ji ser hişê xwe çûye. Ligel ku hatiye xwestin jî ne av ne jî kolonya nehatiye dayîn.” Firat di berdewama nameya xwe de hişyar kir ku dibe pirsgirêk zêdetir bibin û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.