Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû 2021-10-24 11:35:18   ŞIRNEX - Hevalên Kadriye Encu ku di 22 cotmehê de jiyana xwe ji dest da qala wê kirin û ev tişt gotin: "Daxwaziya wê ew bu ku kujer hesab bidin û edelet pêk bê. Lê ne kujeran hesab da û ne jî edelet pêk hat. Miraza wê pêk nehat."    Balefirên şer ên Artêşa Tirk, di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê êrişeke hewayî pêk anîn û 34 welatiyên sivîl qetil kirin. Malbatên qurbaniyên komkujiyê bi salan e têkoşîna edaletê didin û daxwaz dikin ku kujerên zarokên wan bên cezakirin. Lê heta niha jî di hêla hiqûqî de malbatan tu encam negirtiye û ji ber vê yekê têkoşîna xwe ya edaletê hê jî didomînin. Dayika Hamza Encu (21) Kadriye Encu ku ji bo kurê xwe têkoşîna edaletê dida, di 22 cotmehê de bêyî ku têkoşîna xwe ya edaletê ya ji bo kurê xwe bibe serî,  ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.    Kadriye Encu ku di sala 1993'an de gundê wê Zêviyan ê Qilêbanê tê şewitandin, ji ber zilm û zordestiya dewletê bi malbatî koçî gundê Roboskiyê dikin. Li Roboskî 9 zarokên xwe di bin şert û mercên herî zehmet de mezin dike û kurê wê Hamza Encu jî di 28'ê Kanûnê 2011'an de di Komkujiya Roboskî de tê qetilkirin. Di 10 salên dawîn de ji bo ku kujerên kurê wê bên ditin têkoşineke bêhempa dide. Bi heman armancê 3-4 caran diçe meclisê. Di her çûyina xwe ya meclisê de bi AKP, CHP, HDP û MHP'ê re hevdîtinan pêk tîne. Ji ber tevlîbûna wê ya çalakiyan derbarê wê de lêpirsîn hatibûn destpêkirin.    Hevalên Kadriye Encu ku pê re têkoşîna edaletê didan derbarê wê de axivîn û têkoşîna wê ya ji bo edeletê vegotin.    WESIYET KIR KU KÊLEKA KURÊ XWE BÊ DEFINKIRIN   Dayika Serhad Encu Halîme Encu, diyar kir ku Kadrîye Encu hevala wê bûye û wiha got: "Me çi bikira bi hevre dikir. Biçûna kuderê em bi hevre diçûn. Derd,êş û kula dayika Kadriye edelet bû. Êşa me dayikên Roboskiyê hemûyan weke hev e. Em radibin û rûdinin dibêjin edelet û aşitî. Lê tiştek çênabe. Li gel hevala Kadriye em 3-4 caran çûne meclisê. Di her çûyina xwe de me edelet daxwaz kir. Bê ferq û cudahî em çûn li gel AKP'ê, CHP'ê, HDP'ê, MHP'ê me hevditin pêk anîn. Lê yek ji wan jî ji me re tiştek nekirin. Tenê me ji wan xwest ku kujerên zarokên me bên dîtin.  Di vê lêgerîna edeletê de em çûn Amedê, Îzmîrê, Enqereyê, Stenbolê, Mûşê, Wanê, Dêrsîmê. Lê tevî hemû astengiyan jî hevala Qedriye dev ji doza xwe ya edeletê berneda. Beriya ku dayika Kadriye jiyana xwe ji dest bide me amadekarî dikir ku biçin Amedê. Qedriyê wesiyet kiribû ku li kelêka kurê xwe bê definkirin. Lê ew di goristaneke din de defin kirin. Her digot ez ê bimrim û wê miraza min hasil nebe. Dayika Qedriye mir û miraza wê hasil nebû."   'MIRADA WÊ PÊK NEHAT'   Dayika Cemal Encu Xezal Encû jî destnîşan kir ku Kadriye Encu çavên wê vekirî çûye û wiha qala wê dike: "Kadriye hem jintiya min û hem jî hevala min bû. Ew 10 sal bûn edelet dixwest. Em kujerên zarokên xwe dixwazin û bila hesab bidin. Şûna ku kujerên zarokên me darizînin,zarokên me û Kadriye darizandin. Mirada Kadriyê bi wê re ma û çû. Mirada wê ew bû ku kujerên zarokên me hesab bidin. Dixwest ku kujerên zarokên me bibîne. Lê nedîtin û çû. Çi heqê wan bû ku Kadriye bêmirad hiştin. Kadriyeyê her digot dê kengî edelet bê. Her digot em biçin Enqereyê, Amedê, Stenbolê edelet bixwazin. Mirada wê ew bû ku carekî xeber bistîne ku kujerên zarokên me hatine girtin.  Lê ew mirad bi wê re ma û kes nehat girtin. Em û Qedriyê hatin darizandin. Me tenê xwedeyê xwe heye. Heta ku em bimirin jî em ê bibêjin edelet."    'EM PEY DOZA WÊ NE'   Dayika Nadir Elma Azîme Elma jî diyar kir ku ew û dayika Kadriye 10 salan bi hevre bûne û ev tişt anîn ziman: "Em biçûna kîjan bajarî dayika Kadriye ji me re pêşengtî dikir. Ji her derê re amade bû. Her digot em ê biçin doza zarokên xwe bikin. Lê li tevî hemû hewledanên me edelet nehat Roboskiyê. Em hemû jî wê weke dayika Kadriye bimirin. Lê heta wê rojê em ê edeletê bixwazin. Em 3'ê caran çûn Enqerê lê deriyê edeletê ji me re venekirin. Em di van rêyan de gêj bûn. Çend roj beriya niha zilamên xwe şandibûn, digotin bila tazmînatê qebûl bikin. Lê em tazmînatê qebûl nakin. Bila kujerên wan darizînin. Em pey doz û daxwaza dayika Kadriye ne. Heta ku edelet neyê Roboskiyê em nesekinin."   'EM TU CARAN KADRIYÊ JI BÎR NAKIN'    Dayika Mehmet Alî Tosûn Fadîle Tosûn jî got ku Kadriye Encu hevaleke gelek hêja û ezîz bûye û ev tişt anîn ziman: "Bi çûyina wê re dilê me şewitî. 3'ê roj beriya niha dayika Kadriye li min geriya û got, 'Em 7 dayik biçin Amedê'. Min jê re got, 'Xêr be?' Ji min re got, 'Ev 10 sal in edelet nehat, pêkanîna wê ferz e'. Ji bo çûyinê me amadekariyên xwe kirin. Lê em neçûn. Dayika Kadriye berxwedaneke gelek hêja dida. Her gav şîret li me re dikirin. Em biçûna kuderê pêşengiya me dikir. Hema her digot, 'Em ê bimirin wê faîlên zarokên me neyên cezakirin, edeletê ji me re nehat'. Mirada wê hasil nebû. Heta ku em sax bin em ê Kadriyê ji bîr nekin. Ew ezîza li ber dilê me ye. Em kurd in, me dikujin û dişewitînin û dû re jî dibêjin sûcê wan e."   MA / Zeynep Dûrgût